07:49 27 Nîsan 2018
    wesayetên leşkerî-leşkerên amerîkî-dya-leşker-reqa

    Qesra Spî: Trump qebûl kir ku leşkerên amerîkî li Sûriyeyê bimînin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên di 19ê Adarê û 3ê Nîsanê de diyar kiribû ku hêza xwe ji Sûriyeyê bikşînin. Qesra Spî derbarê mijarê de ragihand ku Trump pêşniyara bila demek jî leşkerên me li Sûriyeyê ya Konseya Ewlehiya Neteweyî qebûl kiriye.

    Rayedareke payebilind ji birêveberiya Trump di derbarê civîna Konseya Ewlehî ya Neteweyî ku li Qesra Spî pêk hat de axivî.

    Rayedar eşkere kir ku Trump pêşniyara bila demeke jî leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin qebûl kiriye, lê rayedar destnîşan kir ku Trump dixwaze demeke kin de leşkerên amerîkî ji Sûriyeyê vekişin.

    Rayedarê diyar kir ku Trump dîrokeke ji bo vekişandinê nedaye, lê serokê Amerîkayê dixwaze dawî li DAIŞê bîne û bandora hêzên din ên koalîsyonê dixwaze werin zêdekirin û ji bo îstîqrara Sûriyeyê jî bibe alîkar.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê Trump: Wezîfeya me li Sûriyeyê dewam dike
    Ji Trump bo vekişîna Sûriyeyê: Heke em bimînin divê fatoreya wê hûn bidin
    Ji Koşka Spî derbarê hevdîtina Pûtîn û Trump de daxuyanî
    Rûsya: Trump daxwaz kir ku bi Pûtîn re hevdîtinekê pêk bîne
    Etîketan:
    leşker, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de