06:24 27 Gulan 2018
Jinên kurd bi cil û bergên kurdî

Gelo êdî giringiya kurdan li ba Amerîkayê bi dawî bû?

© AP Photo / File
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê ereb Farûq Yûsif dipirse bê gelo êdî kurd ji bo Amerîkayê wek berê ne giring in? û dibêje, "kurd her karteke fişarê ya misoger a Amerîkayê bûn û ew şkestina referandûma serxwebûnê nayê wê wateyê ku biryareke navdewletî heye ku dest ji wan berdin û wan radestî hikûmeta Bexdayê ya mezhebperest bikin."

Yûsif dibêje ku kurd wiha difikirîn ku êdî divê dinya ji ber sebir û êşên wan, wan xelat bike lewra wan referandûm li dar xist û wiha dewam dike: "(Kurd) wiha fikirîn ku ew xelat mafê wan e ku nabe nîqaş li ser çêbibe û xwe wek cihûyan hesiband lê wan çermsor ji bîr kirin. Ha wan di vir de hesabên xwe şaş kirin. Ji xwe piştî wê diyar bû jî ku ew hesab ne misoger bû."

Li gorî nivîskarî, "kurdan bala xwe nedaye ku Ewropayê mafê cihûyan dan wan û ew xelat kirin, ne Amerîka û eger meseleya cihûyan di destê Amerîkayê de bima, ti kesî mafê wan nedida wan û dê her wek çermsoran bimana. Ha ev jî hêz û qelsiya kurdan e."

"DEWLETÊN MEZIN SOZ DA KURDAN BIPARÊZIN LÊ SOZA DEWLETÊ NEDA WAN"

Nivîskar dibêje ku "kurd her dem karteke siyasî ya amerîkî bûn, li gel ku sempatî û piştevaniya dewlet û gelên Ewropayê jî bi dest xistine" û wiha dewam dike: "Dewletên mezin ên ku Iraq dagir kir, soz da ku kurdan biparêzin lê soz neda wan ku welatekî neteweyî ji wan re ava bike ku dê bibe toveke şeytanî ya nû li herêmê. Kurd ketin dafika peyvan ku tevahiya rastiyan nabêje."

Di berdewamiyê de nivîskar vê pirsyarê dike; "gelo divê em bawer bikin ku kurd êdî li ba Amerîkayê ne giring in?" û wiha bersivê dide.

"PLANEKE NAVDEWLETÎ HEYE KU HEMÛ KURDAN DIXE SELIKEKÊ"

"kurd her karteke fişarê ya misoger a Amerîkayê bûn û ew şkestina referandûma serxwebûnê nayê wê wateyê ku biryareke navdewletî heye ku dest ji wan berdin û wan radestî hikûmeta Bexdayê ya mezhebperest. Planek tê kirin ku têkilîdarî çarenûsa kurdan li herêmê ye. Ew jî hemû kurdan dixe yek selikê, li gel ku xerîteyê siyasî ku di nav çar dewletan de ew belav kirine. Ev nayê wê wateyê ku plana navdewletî  dê amade dewleta Kurdistanê ya mezin qebûl bike. Lê dîsa jî ev nayê wateyê ku Amerîka ne dilxwaza çareseriyeke wiha ye ku êrîşa kurdan di çarçoveya dewletekê de bi dawî bike.

"PIRSA KURDÎ DÊ HER DI AQILÊ SIYASÎ YÊ AMERÎKÎ DE BIMÎNE"

Pirsa kurdî dê ne tenê di wijdan û aqilê kurdan de sax bimîne lê di dê aqilê siyasî yê amerîkî de jî sax bimîne ku wê wek sedemeke însanî ya berbiaqilane dibîne da ku destwerdanê bike.

Amerîka çi bike ji kurdan jî dê di nerîna kurdan de wek neyar neyê dîtin."

Bi heman mijarî:

'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
Etîketan:
Farûs Yûsif, Amerîka, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de