19:33 20 Nîsan 2018
    Brett McGurk

    Nûnerê Trump: Wezîfeya me li Sûriyeyê dewam dike

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Nûnerê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê tekoşîna dijî DAIŞê Breet McGurk di axaftina xwe de ragihand ku hê wezîfeya me li Sûriyeyê ne qediyaye.

    Her çiqas Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de got ‘em ê hêza xwe ji Sûriyeyê vekişînin' lê nûnerê wî Breet McGurk û generalê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Joe Votel cuda difikirin.

    Nûnerê Trump ê tekoşîna dijî DAIŞê Breet McGurk li Washîngtonê di axaftina xwe ya konferansekê de got: "Tekoşîna me li hemberî cihadîstan berdewam e. Ji bo tekoşîna rêxistina terorîst a DAIŞê em li Sûriyeyê ne. Ev wezîfeya me ye û me hê ev wezîfe neqandî ye."

    ​Herwiha General Joe Votel jî di heman konferansê de got: "Divê rola Amerîkayê li herêmê zêdetir be. Armanca me em aramiyê li herêmê saz bikin û hemwelatî bikaribin vegerin mal û warê xwe, helbet ev jî bi wezîfeyeke leşkerî pêk tê."

    Bi heman mijarî:

    Brett McGurk: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin
    McGurk: 'Operasyona Efrînê' dê can bide DAIŞa ku ber têkçûnê ye
    McGurk: Niyeta me tune hêzeke 30 hezar kesî ava bikin
    McGurk: Rewşa li Efrînê gelekî aloz e
    McGurk nameyek da serkirdeyên Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Nûnerê serokê Amerîka yê têkoşîna li dijî DAIŞê, Joe Votel, Breet McGurk, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de