02:43 28 Gulan 2018
İncirlik Üssü

Amerîka: Ti rastiya nûçeyên barkirina ji Încîrlikê nîne

© AFP 2018 / Tarık Tınazay
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Johnny Michael li ser nûçeyên barkirina ji baregeha Încîrlik a hewayî ya hêzên amerîkî got ku ti rastiya wan nûçeyan nîne û Tirkiye hevpeymaneke nêzîk a NATOyê ye.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Michael li ser pirsa rastiya barkirina depoya çekan a Amerîkayê ji Încîrlikê bo welatekî din daxuyanî da.

Michael derbarê mijarê de ev daxuyanî daye: ‘Girîngiya hevpeymana nêzîk a NATOyê Tirkiyeyê berdewam e. Rola baregeha hewayî ya Încîrlikê ji bo NATO û Hevpeymaniyê berdewam e. Ti rastiya nûçeyên online yên derbarê terikandina me ya yek ji wan herêman nîne. Bi van nûçeyan tê xwestin, bêbaweriyê çêkin û dubendiyê bixin tevgerên hevbeş ên navbera me de, li demeke ku pêwîstiya me bi berçavkirina berjewendiyên hevbeş heye de."

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Bêbingehiya tawanbariyên dînoke yên ser Rûsyayê tê piştrastkirin
Tirkiye: Dema teslîmata S-400an bo Tîrmeha 2019an paşve hat kişandin
Cendermeyan bi ser mala Ocalan de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
Pûtîn: Mafê Kurdan e li Sûriyê di hemû proseyên çareseriya siyasî de cî bigirin
Li navenda Youtubeyê êrîşa çekdarî: 4 kes birîndar bûn, êrîşkar hat kuştin
Ferîd Eseserd: Ti welat bi qasî Tirkiyê peyva terorê bikar nayîne
Etîketan:
Tirkiye, Amerîka, Baregeha Hewayî ya Încîrlikê, Tirkiye, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de