09:48 20 Nîsan 2018
    Li navenda Youtube ya Kalîforniyayê dengê çekan

    Li navenda Youtubeyê êrîşa çekdarî: 4 kes birîndar bûn, êrîşkar hat kuştin

    © AP Photo / Jeff Chiu
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Navenda Asayîşê ya Polîsên San Brunoyê ragihand, gilî ji wan re hatiye ku li navenda Youtubeyê dengê çekan hatiye. Hat ragihandin ku di encama êrîşa çekdarî de herî kêm 4 kes birîndar bûne û êrîşkar jî hatiye kuştin.

    Rayedarên polîsan ji hemwelatiyan daxwaz kirin ku dûrî cihê bûyerê bisekinin.

    Hêj derbarê hatina dengê çekan ji navenda Youtubeyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

    ​Di dîmenên ji cihê bûyerê hatine belavkirin de, tê xuyakirin ku tîmên SWAT nêzî avahiya Youtube bûne û kesên nav avahiyê derdixin derve.

    Kompaniya Google ku xwediyê Youtubeyê ye, ragihand ku lêkolîn li ser bûyerê tê kirin.

    Hat îdiakirin ku hin ji karmendên Youtubeyê gotine, wan kesê êrîşkar dîtiye lê ev agahî hîn nehatiye piştrastkirin.

    Tê gotin ku êrîşkar jinek e û çend kes jî birîndar kirine.

    Li gor dîmenên ji aliyê televizyonên amerîkî hatine belavkirin bi sedan karmendên ji avahiyê têne derxistin, piştî lêgerîna li ser wan tê kirin wan dibin devereke bi ewle.

    4 avahiyên Youtubeyê li San Brunoyê hene ku di vê avahiyê de bi qasî 2 hezar kesan kar dikin.

    Etîketan:
    Youtube, Êrîş, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de