19:14 25 Nîsan 2018
    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel

    Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 30

    Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel ragihand ku çûyîna hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo Efrînê bandor li ser opersyonên wan ên dijî DAIŞê kiriye û got, divê ew operasyonên xwe yên li Sûriyeyê berdewam bikin.

    Fermandarê CENTCOMê Votel di axaftina xwe ya li Enstîtuya Aştiyê ya li Washingtonê da xuyakirin, çûyîna YPGê ya bo Efrînê bandor li ser operasyonên dijî DAIŞê kiriye û dubere got ku YPG ‘li qadê şirîkê me yê serekî ye'.

    Votel herwiha got, "Hîn jî deverên ku DAIŞ lê heye hene û pêwîste em operasyonên xwe berdewam bikin."

    Fermandarê amerîkî got ku ew naxwazin HSD û artêşa Tirkiyeyê rûbirûyî hev bibin.

    'HEJMARA HÊZÊN HSDÊ GIHÎŞTIYE 60 HEZARAN Û NÎVÊ WAN EREB E'

    Votel ragihand ku hejmara Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gihîştiye 60 hezar kesan û nîvê wan zêdetir jî ji pêkhateyên ereb pêk tê:

    "Pêwendiya xwe ya bi me re didomînin. Ez difikirim ku dê hînî rewşa heyî bibin, digel me fişara li ser DAIŞê berdewam bikin û li hemberî aloziyên din em ê bihevre bixebitin."

     

    Bi heman mijarî:

    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    Hesen Rûhanî gihîşt Enqereyê
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Serokê labaratwara leşkerî ya brîtanî: Me jêdera gaza Skrîpal jehrî kiribû piştrast nekir
    Endamên PKKê êrişî cerdevanan kirin: 5 kuştî û birîndar hene
    Dîplomatê amerîkayî: Divê Amerîka bandora Îranê ya li Iraqê sînordar bike
    'Amerîkayê hêzên xwe zêde kirine lê hîn hêzên frensî nehatine Minbicê'
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de