10:30 23 Nîsan 2018
    Baregeha Incirlikê

    Amerîkayê depoyê xwe yê 39 tonî ji Baregeha Încirlikê bar kir

    © REUTERS /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 40

    Hat diyarkirin ku artêşa Amerîkayê depoyeke xwe ya zirxî ya bi qasî 39 tonî ya li Baregeha Încirlikê bi operayonekê neqlê welatekî din kiriye.

    Li gorî ajansa tirkî ya bi navê DHAyê Amerîkayê koyteynereke xwe ya depoya çekan ya li Baregeha Încirlikê ya Edeneyê neqlê welatekî din kiriye.

    Nehat daxuyandin ku ew koyteyner neqlê kîjan welaetî hatiye kirin.

    Hêjayî gotinê ye ku herî dawiyê hatibû gotin ku artêşa Amerîkayê ji bo leşkerên xwe yên li Minbicê û hêzên HSDê piştgiriya hêz û teçhîzatên teqwiyeyê dabû.

    Di nûçeya DHAyê de hat ragihandin ku ew koyteyner 39 ton e û dirêjahiya wê bi qasî 15 metroyan e. Hat gotin ku ew koyteynera vala ji ber zêde bû hatiye şandin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Em ji Baregeha Încirlikê venaqetin
    Angela Merkel piştî biryara Încirlikê daxuyanî da
    Wezîra Alman: Leşkerên Alman ji Încirlikê diçin Azraq a Urdunê
    Etîketan:
    barkirin, Baregeha Încirlikê, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de