17:06 24 Nîsan 2018
    Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov

    DYA: Biryara îadekirinê Gulen li gor hincet û yasayên DYAyê wê bên dayin

    © Sputnik / Rusya Büyükelçiliği
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezarata Dadê ya DYAyê derbarê lêpirsîna kuştina Balyozê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov ku berpirsê bûyerê wek Fethullah Gulen tê dîtin û derheqê wî de biryara girtinê hatiye derxistin de daxuyand ku li gor daneyên ji Tirkiyeyê werin wê biryarê bidin.

    Li gor nûçeyên di çapemeniya Rûsyayê de, Berdevkê Wezareta Dadê ya DYAyê Nicole Navas Oxman, derbarê pêvajoya mijara kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov de axivî. Oxman di daxuyaniya xwe de got, "Têkildarî mijarê daneyên hikumeta Tirkiyeyê wê bên lêkolînkirin, biryara îadekirinê (Gulen) li gor hincet û yasayên DYAyê wê bên dayin."

    Piştî kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov ya di dîroka 19ê Rêbendana 2016an de, di çarçoveya lêpirsînê de, pêwendiyên navbera kûjer Mevlut Mert Altintaş û Fethullah Gulen hatibûn tespîtkirin. Birêvebirê lêpirsînê Dozgerê Komarê yê Enqereyê Adem Akinci derbarê Fethullah Gulen, Şerif Ali Tekalan, Cemal Karaata, Cengiz Ozkan, Emrullah Uslu, Hamza Sevinç, Murat Tokay û Temel Alsancak de biryara girtinê daxwaz kiribû. Hakemtiya 2em a Cezaya Sulhê ya Enqereyê bi daxwaza Serdozgerê Komarê, Gulen jî di nav de duh derbarê 8 kesan de biryara girtinê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî Andrey Karlov di salvegera mirina wî de hat bibîranîn
    Peykerê Andrey Karlov li Balyozxaneya Rûsya ya Enqerê hat danîn
    Ji bo bîranîna Andrey Karlov fonda alîkariyê tê vekirin
    Îdîaya ku ‘qatilê Andrey Karlov li ser John Bass jî lekolîn kir'
    Merasîma Xatirxwestina Balyozê Rûsî Andrey Karlov
    Etîketan:
    FETO, Kuştin, Balyoz, Fethullah Gulen, Nicole Navas Oxman, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de