06:30 27 Gulan 2018
Bernie Sanders

Senatorê amerîkî: Amerîka nikare demeke nêz ji Sûriyeyê vekişe

© AP Photo/ J. David Ake
Amerîka
Lînkê kurt
0 30

Senatorê Demokrat Bernie Sanders derbarê gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trumpî de axivî ku gotibû dê "di demeke nêz de" ji Sûriyeyê vekişin û diyar kir bawer nake bikarin di demeke nêz de ji Sûriyeyê vekişin û got ku divê bi hevalbendan re bixebitin ji bo aştiyê bînin Sûriyeyê û Rûsyayê tev li pêvajoyê bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump pêncşema borî ragihandibû ku dê di "demeke nêzîk" de ji Sûriyeyê vekişin û herwiha şemiya borî jî hatibû îdîakirin ku Trumpî biryar daye, alîkariya ku ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatibû terxankirin rawestandibû.

Senatorê amerîkî yê demokrat Bernie Sandersî duh li ser kanala CNNê bersiv da pirsyara bê gelo piştgiriyê dide Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji Sûriyeyê vekişin an na û got, "(bersiv) ne erê yan na ye. Teqez em naxwazin tev li vî şerê sivîl ê Sûriyeyê bibin ku gelekî wêranker e û tevahiya herêmê jî bêîstiqrar dike. Lê ez nizanim bê tu dikarî sibe vekişî yan na. Karê me niha ew e ku em hevlabendên xwe yên li tevahiya herêmê re bixebitin. Em her tiştî bikin da ku em aştiyê bînin Sûriyeyê û piştrast bikin ku Rûsya beşek ji pêvajoyê ye."

Senatorê amerîkî di berdewamiya axiftina xwe de teqez kir ku naxwaze 'Amerîka di şerekî sivîl ê zalimane(yê Sûriyeyê)' de asê maye.

Bi heman mijarî:

Hevdîtina Tirkiye û Amerîka ya Minbicê hat paşxistin
Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
Amerîka: Ti hincetek ji bo armanckirina sivîlan nîne
Amerîka: Ji nû ve hilbijartina Pûtîn ne surprîz bû
Etîketan:
Donald Trump, Bernie Sanders, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de