03:16 23 Nîsan 2018
    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Amerîkayê

    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Amerîkayê hat valakirin, lê ala Rûsyayê nehat daxistin

    © Sputnik / Lindsey Wasson
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Seattle piştî biryara Washingtonê hat girtin û avahî hat valakirin. Xebatkarên Balyozxaneyê ala Rûsyayê ya bi avahiyê ve danexistin û biryar ji rayedarên amerîkî re berdan.

    Herwiha Balyozê rûsya yê li DYAyê Anatoliy Antonov eşkere kir ku rayedarên amerîkî di serwîsa îstîxbaratê de pêşniyaza hevkariyê li dîplomatên rûsî kirine. Balyozxaneya Rûsyayê ya li Seattle, roja înê piştî qedandina karê xebatkaran hat girtin. Xebatkaran piştî ku li pêş avahiya Balyozxaneyê wêne kişandin, tabelaya balyozxaneyê ji cihê wê daxistin.

    Tevahiya ewraq û eşyayên balyozxaneyê li gor dema ku amerîka diyarkiribû di 1ê Nîsanê de hatin derxistin. Derbarê mijarê de Balyozê Rûsyayê yê li Dewleta Yekîtiya Amerîkayê Anatoliy Antonov ji rojnamevenan re axivî û got ku rezidansa Timaşov û avahiya balyozxaneyê wê bên valakirin, lê ala Rûsyayê danaxin û ji ewlehiya wê hempîşeyên me yên amerîkî berpirsyar in.

    Balyozê rûsî da zanîn ku serwîsa îstîxbarata DYAyê pêşniyazê li dîplomatê rûsî dikin ku em helwesta wan ya dijî dîplomatên me dizanin, dixwazin wan qanî bikin ku di îstîxbarata xwe de bikarbînin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Rûsyayê di derbarê buyera Skripal de 13 pirsan ji OPCWê pirsîn
    Balyozê rûsî: Bûyera Skripal provokasyona Brîtanyayê ye
    Zaxarova sedama veşartina agahiyên derbarê Skripal de eşkere kir
    Zaxarova: Delîlên bûyera Skripal yên Brîtanyayê derewên kurewî ne
    Etîketan:
    Ewrak, Valakirin, Skripal, Balyozxane, Anatoliy Antonov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de