06:27 21 Gulan 2018
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    Bi 6 xalan plana Amerîkayê ya dabeşkirina Sûriyeyê hat weşandin

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Rojnameya îspanî ya Rêpoblicê nivîseke siyasetmedara Îspanî Nazanîn Ermanyan ya eslê xwe ji Îranê ye weşand ku tê de 6 xalên plana nû ya Amerîkayê li Sûriyeyê eşkere kirin.

    Nazanîn Emanyan di nivîsa xwe de naveroka belgeya Amerîkayê ya 11 Çileya 2018a a bi "Sûriye dê çawa bê dabeşkirin" belav kir û bal kişand ser civîna burokratên wekî David Satterfield, Hugh Cleary ê birîtanî, Jerome Bonnafont ê fransî, Nawaf Tell ê urdinî, Jamal al-Aqeel ê siûdî ku rapora dabeşkirina Sûriyeyê amade kirine.

    'EFRÎN LI BERAMBERÊ XÛTAYA ROJHILAT DANE TIRKIYEYÊ'

    Li gor nivîsa Nazanîn Ermanyan ya rûdawê wergerandiye kurdî, ketina bajarê Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi radestkirina Xûtaya Rojhilat bo hikûmeta Sûriyê tê girêdan û tê gotin, hêzên cihadî ji Xûtaya Rojhilat derbikevin biçine herêma Idilibê ya ku niha di bin kontrola Tirkiyê de ye û di wê civînê de jî ew pirs jî hatiye gotûbêj kirin.

    Ermanyan di nivîsa xwe de diyar dike ku 22yê Sibata 2018an rojnameya El Xeber a Libnanî naveroka wê civînê li ser nêrîna çavkaniyeke dîplomatîk belav kiriye û dibêje, 12 Sibatê kesekî bi navê Benjamîn Normano di balyozxanêya Brîtanyayê de serokatiya dosya Rojhilata Navîn kiriye û 23yê Sibatê jî heman kes li Parîsê careke din civiyane.

    Li gor Ermanyan di civînê de wan pênc kesan gotûbêj li ser kirine bê çawa babeta çekên kîmyawî yên Beşar Esed bi kar bînin û çawa bikarbin Nûnerê Taybet yê Netewên Yekbûyî li Sûriyê Steffan De Mîstûra manupule bikin daku bikarbin planên xwe bi cih werînin.

    Nazanîn Ermanyan 6 biryarên di civîna dabeşkirina Sûriyeyê de hatina axaftin wiha rêz kirin:

    1- Divê Sûriyê li ser xeta rojhilatê çemê Firatê de were dabeşkirin û çemê Firatê weke sînor di navbera Moskow û Waşîngtonê de were destnîşankirin. Ji bo wê jî 7ê Sibatê hêzên hevpeymana êrîşê hêzên taybet yên Rûsî yên kompaniya Vagner kirin li herêma Dêre Zorê ji bo ku Rûsyayê re bêjin ev herêm di bin kontrola me de ye.

    2- Divê em ji çareseriyeke siyasî birevin, em dû formûla bikar bînin, şer berdewam bike, em piştgirya Amerîka û hevalbendên wan bikin ji bo ku li rojhilatê cemê Feratê Amerîka bimîne, salane 4 milliyar dollar pere ji wan re terxan bikin û divê manîpulekirina Steffan De Mîstûra were kirin û Netewên Yekgirtî jî bikar bînin.

    3- Divê em qenet ji Steffan de Mîstûra bikin siyasteke nû derbarê Sûriyê de bidin destpêkirin. Divê êdî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hikûmeta Sûriyê û Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî beşdarî pêvajoya siyasî bibin.

    4- Ji bo ku ew Sûriyê bînin nava plana xwe ew dê dev ji plana derbasbûna hikûmeta demkî ya Sûriyê berdin ya ku niha hêzên Opozisyona Sûriyê daxwaz dikin di bin banê biryara 2254 ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de, em rê bidin Beşar Esed li ser deshilatê bimîne. Lê wê li ser karên xwe berdewam bibin ji bo ku Beşer Esed careke din beşdarî hilbijartina nebe û ser nekeve.

    5- Divê Îran ji Sûriyê were derxistin.

    6- Divê rê li ber Tirkiyê were girtin ji bo ku li Sûriyê şer neke.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê ku di êrîşa PKKê de birîndar bibû mir
    ‘Nameya Şîn’ xelata pêşbirka Arjen Arî wergirt
    Erdogan: Eyy Netanyahu bi çeka xwe ya nukleerî forsa navêje
    Yûnanistan: Bila Tirkiye hay ji gotinên xwe hebe
    Netanyahu ji bo Erdogan got: Em ji yekî ku sivîlan bombebaran dike dersê nagirin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de