17:27 25 Gulan 2018
Kongreya Amerîkayê

Ciwanekî ji Bedlîsê bû namzedê Kongreya Amerîkayê

© REUTERS / Gary Cameron
Amerîka
Lînkê kurt
0 40

Ciwanekî kurd ku ji bajarê Bedlîsê ye Yehya Yuksel ji lîsteya Partiya Demokrat bû namzedê Kongreya Amerîkayê.

Ciwanekî kurd ku bi eslê xwe ji Bedlîsê ye û li Amerîkayê hatiye dine Yehya Yuksel, ji herêma duyemîn a eyaleta Arîzonayê ji lîsteya Partiya Demokrat bû namzed.

Yehya Yukselê ku namzediya xwe eşkere kir, eger were hilbijartin dê bibe yekemîn siyasetmedarê kurd ku di Kongreya Amerîkayê de cih digre.

Yekya Yuksel bi eslê xwe ji navçeya Norşîn a Bedlîsê ye û li Amerîkayê hatiye dine. Yuksel li Zanîngeha Arîzonayê hiqûqa navneteweyî û li Çînê doktora qedandiye. Hê di 14 saliya xwe de bi hevalên xwe re rêxistina Ciwanên Demokrat ava kir û di kampanya hilbijartin a John Kerry a 2004an de cih girt.

Bi heman mijarî:

Fîlmê Pêşmerge wê li Kongreya Amerîkayê were temaşekirin
Endamên Kongreya Amerîkayê ji bo Efrînê ji Tillerson re nameyek şand
Rûsya bersiv da Amerîkayê: Hewl dide zirarê bide îmaja Rûsya û Kongreya Sûriyê
Ji Kongreya Amerîkayê bo Trump: Dawiyê li tevgera milîsên şîe bîne
Endamê Kongreya Amerîkayê: Divê Amerîka piştgiriya serxwebûna kurdan bike
Kongreya Amerîkayê: Tehdîdên ser Kurdistanê nayên qebûlkirin
Etîketan:
Ciwanekî kurd bû namzedê Kongreya Amerîkayê, Yehya Yuksel, Arîzona, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de