02:31 20 Nîsan 2018
    Rojava

    Trump alîkariya ku ji herêma Rojava re hatibû veqetandin rawestand

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Rêvebiriya Amerîkayê ji bo avadaniya herêma Rojava soza dayîna 200 milyon dolarî dabû. Serokê Amerîkayê Trump dîrefktîf da Wezareta Derve ku alîkariyê rawestînin.

    Berpirsên amerîkî di axaftina xwe ya rojnameya Wall Street Journalê de îdîa kirin ku Qesra Spî di pêşeroja Sûriyeyê de rola Amerîkayê dinirxîne. Di pêvajoya nirxandinê de biryar hat dayîn ku 200 milyon dolar alîkariya ku ji bo avadaniya şerê DAIŞê hatibû veqetandin were rawestandin."

    Li gor agahiyên rojnameyê, Qesra Spî ev dîrektîfa rawestandina alîkariyê roja pênçşemê bi daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû heta demeke nêzîk em ê hêza xwe ji Sûriyeyê vekişînin re parelel dane.

    Dîrektîfa rawestandina alîkariyê ji aliyê Midûrê Taybet ê Qesra Spî John Kelly ve ji John Sullivan re hat gotin. Soza dayîna 200 milyon dolarî ji aliyê Wezîrê Derve yê berê Rex Tillerson re hatibû dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarên amerîkî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çawa rewşê dinirxînin?
    Hêzên amerîkî li bajarekî Rojava li ser sînorê Tirkiyeyê bi cî bûn
    Logoglu: Bûyera Skrîpal dibe di navbera Rûsya û welatên rojava de diyalogê saz bike
    Birêveberiya Rojava ji bo Efrînê banga lezgînê kir
    Rojava ji destpêka salê ve 190 hezar pez firotine Herêma Kurdistanê
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de