19:14 20 Nîsan 2018
    Şervanê HSDê

    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye

    © REUTERS / Rodi Said
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû "em dê li demeke nêzîk ji Sûriyeyê vekişin" Hevpeymanê Amerîkayê yê li qadê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand "Derbarê plana vekişandinê de em nehatine agahdarkirin."

    Piştî daxuyaniya Trump ya ku gotibû em ji Sûriyeyê vedikşin, helwesta Hevpeymana Amerîkayê ya li dijî DAIŞê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêşegiya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, dihat meraqkirin.

    Berdevkê HSDê Kino Gabriel ji Reutersê re bi nivîskî mijara vekişandina muhtemel nirxand.

    ‘GOTINÊN TRUMP NE ZELAL IN'

    Kino Gabriel got, "Di çarçoveya hevkarî û hevpeymaniyê de li hemû herêman operasyonên me yên hevpar didomin" û li ser daxuyaniya Trumpî got, "ne zelal e"

    ‘NE GOTIN DEREW E Û NE JÎ PIŞTRAST KIRIN'

    Berdevkê navhatî teqez kir ku birêveberiya Amerîkayê derbarê daxyaniyên di vî warî de ne dibêjin derew e ne jî piştrast dikin û herwiha eşkere kir ku derbarê plana vekişandinê de wan agahdar nekirine.

    HAYA WEZARETA DERVE YA AMERÎKÎ JÎ JI BIRYARA VEKIŞÎNÊ AMERÎKAYÊ JI SÛRIYEYÊ TUNE YE

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihandibû ku haya wan ji plana vekişîna ji Sûriyeyê tune ye.

    Ji aliyê din ve Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya ku pêşengiya wê Amerîka dike Albay Ryan Dillon ragihandibû ku Operasyona Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li dijî Efrînê bala Hêzê Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir.

    Herwiha Dillonî dabu xuyakirin, "HSDê hejmara şervanên xwe yên ku çûne Efrînê weke 1700 eşkere kiribû. Di vê mijarê de ez dikarim bibêjim ku piraniya van kesên ku çûne Efrînê kurd bûn. Gelek serokên van hêzên li Geliyê Navîn ê Firatê veqetiya. Vê yekê kir ku operasyonan kabîliyeta me ya têkoşîna li dijî DAIŞê sînordar kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Trump bi biryara vekişandina ji Sûriyeyê dixwaze çekan bifroşe welatên kendavê'
    Trump: Em ê li demeke nêzîk ji Sûriyeyê vekişin
    Qesra Spî: Dersînorkirina dîplomatan bandorê li ihtimala civîna Trump û Pûtînî nake
    Trump wezîrêkî din ji wezîfeyê distîne
    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
    HSD ji bo gotinên Trumpî: Kesî em agahdar nekirine û gotin ne zelal in
    HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne
    HSD: Ji ber Efrînê operasyona Dêre Zorê ya li dijî DAIŞê rawestiya
    HSD: Em hêzên xwe ji Rojhilatê Firatê dişînin Efrînê
    Etîketan:
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê, Vekişîn, Daxuyanî, Hevpeyman, YPG, HSD, Kino Gabriel, Donald Trump, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de