18:37 19 Nîsan 2018
    Artêşa Amerîkayê

    Fermandarên amerîkî yên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê çawa rewşê dinirxînin?

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Fermandarên Amerîkî dibêjin ku "kaosa li Qesra Spî bûye sedem ku şerê wan li dijî DAIŞê ji hev bikeve" û herwiha dibêjin ku "berî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rewş cuda bû lê niha ewqasî ne geşbîn in". NBC News di raporta xwe de behsa kurdan dike ku ji xwe dipirsin bê gelo dikarin pişta xwe bi birêveberiya Amerîkayê ve girêdin an na.

    Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trumpî yên derbarê vekişîna ji Sûriyeyê, Malpera NBC Newê raporteke berfireh derbarê rewşa wê derê de amade kir ku Sputnik Kurdistanê, xalên giring ên wê raportê wergerandin.

    Di raportê de, generalên amerîkî heyraniya xwe li himberî şervanên kurd ên YPGê eşkere dikin, balê dikişînin ser wê yekê ku piştî operasyona Efrînê, operasyona li dijî DAIŞê rawestiyaye û eger DAIŞ dîsa vegere, dê tevahiya cîhanê bedela wê bide.

    Raporta ku bi navê "kaosa li Qesra Spî, şerê li dijî DAIŞê dixe Xeterê de" radigihîne ku wan navê fermandarên amerîkî yên ji wan re axivîne nedane, ji ber karbidestiya wan tine ku derbarê van mijaran biaxivin.

    Tiştên sereke ji wê raportê wiha ne:

    "BAREGEHA KOBANIYÊ, BAREGEHA NAVENDÎ YA ŞERÊ DAIŞÊ YE"

    "Baregeha leşkerî ya nepen a li vê derê(Kobaniyê) baregeha navendî ye ji bo şerê çar salan ê bi pêşengiya Amerîkayê li dijî DAIŞê tê kirin ku fermandarê amerîkî dibêjin wan kariye nêzîkî 65,000 hezar şervanî bikujin.

    Di vê demê de ku koma terorîstan(DAIŞ) li ber têkçûnê ye jî, Rayedarên payebilind bifikar in ku keda wê badilhewa biçe.

    "KURD ÊDÎ JI XWE DIPIRSIN BÊ DIKARIN PIŞTA XWE BI TRUMPÎ VE GIRÊDIN AN AN"

    Hinek fermandarên amerîkî dibêjin, gihiştine wê baweriyê ku kêmbûna rêberiya Qesra Spî ku Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û Şêwirmendê Ewlekariyê yê Neteweyî H.R McMaster di nav neh rojan de şandin û mîsyona wan a jinavbirina DAIŞê tehdîd dike. Qelş li ser hevbendiya Amerîkayê li gel kurdên li bakurê Sûriyeyê dikevin ku ew kurd êdî dipirsin bê dikarin pişta xwe bi Amerîkaya di bin birêveberiya Serok Donald Trump de girêdin an ne.

    FERMANDARÊ AMERÎKÎ: EM GELEKÎ NÊZÎKÎ TÊKBIRINA DAIŞÊ BÛBÛN Û NIHA HER TIŞT JI HEV DIKEVE

    Yek ji fermandarên Hêzên Taybet ên amerîkî ji NBCnewsê re got, 'Em li ber pêkanîna armancê xwe ne. Em bi awayekî herfî dikarin bibêjin ku em gihiştibûn qada dawî. Em gelekî nêzîkî serkeftina giştî bûn ku em xîlafeta DAIŞê ji Sûriyeyê rêş bikin. Em ewqasî nêzîk bûbûn û niha her tişt ji hev dikeve'.

    Hevpeyvînên bi saetan hesteke kû ji hêvîşkestinê nîşan da ku ew digihêje sînorên hêrsê. NBC Newsê qebûl kir ku navê rayedaran eşkere neke ji ber karbidestiya wan tine bû ku siyaseta Amerîkayê ya Sûriyeyê eşkere gotûbêj bikin.

    "RAYEDARÊN AMERÎKÎ BERÎ EFRÎNÊ GEŞBÎN BÛN LÊ NIHA…"

    Berî 10 hefteyan, rayedarên leşkerî yên amerîkî piştrast bûn ku DAIŞ di nava 90 rojan de têk biçe. Lê ew pêşbîniya geşbîn berî destpêkirina êrîşa Tirkiyeyê li ser herêma kurdî ya Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûriyeyê ya rêbendana borî hatibû kirin ku ew pêngav jeopolîtîka herêmê zêdetir dijwar kir.

    Rojava
    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    TENÊ YEK KOMÊ, HEMÛ TEXMÎN DERBAS KIRIN: KURD

    Amerîkayê bi polîtîkayên cûrbicûr piştgirî da hejmareke mezin ji şervanan ku hemûyan îsbat kir ku ne cihê baweriyê ne; komên dijberiyê di navbera xwe de dibêjin ku Washingtonê qet piştgiriyeke wiha neda wan ku bi ser bikevin.

    Lê tenê yek kom hemû texmîn derbas kirin: Kurd

    FERMANDARÊN AMERÎKÎ KURD NE WEK MILÎSÊN EREBAN IN

    Dîrketorê Operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî General Jonathan Braga dibêje: "Bandoreke mezin li min bû. Em mirov bê ti piştgiriyeke navdewletî li ser lingên xwe sekinîn. Min îlham girt û ez heyran mam."

    Rayedarên leşkerî yên amerîkî vedibêjin ku kurd ne wek wan milîsên ereb in ên ku Amerîka piştgiriya wan dikir, (kurd) sozên xwe tînin cî û xweş pêwendiyê bi hêzên amerîkî re datînin.

    "ŞERVANIYA JINÊN KURD BI MIN ÇÎROKEKE BÊHEMPA YE"

    Fermandarekî ku her roj bi hêzên kurd pêşengiya wan dike re dide û distîne dibêje, "hevpariyeke wiha ye ku me her dixwest lê me qet bi dest nedixist."

    Braga dibêje: "Yekînêyen jinan ên şer dikin, mebesta min ne rola piştgiriyê ye, ne rola lojîstîk lê li eniya pêşî DAIŞiyan dikujin. Ev ji bo min çîrokeke gelekî bêhempa ye. Ev asta dilsoziyê. Wan baweriya xwe bi hêzên me yên yekem li erdê anî û me jî baweriya xwe bi wan anî."

    GENERAL MUSLIM: KÊMBÛNA PIŞTGIRIYA AMERÎKÎ, HEQARET E LI BEXWEDANA ME

    Serokê HSDê, Fermandarê kurd ê bi navê General Muslim Ebdî tê nasîn diyar kir ku kêmbûna piştgiriya amerîkî "heqaret e li berxwedana me nîşan daye."

    TIRKIYE ÊRÎŞÎ HEVPARÊ ME BIKE JÎ, DESTHILATA ME TINE, EM BERSIVÊ BIDIN"

    Rayedarên amerîkî dibêjin, heta eger Tirkiye êrîşî hevparê wan ê li dijî DAIŞê bike jî, desthilata wan tine ye ku bersiva Tirkiyeyê bi hêzê bidin.

    Braga hişyarî da ku "DAIŞ erdê bi dest bixe, cîhan dê bedelê bide. Lewra ez bawer nakim ku em bikaribin vegerin bi paş ve. Ez heta naxwazim li ser wê siberojê bifikirim jî. Ew ne cîhanek e ku ez dixwazim lê bijîm."

    Bi heman mijarî:

    Amîralê amerîkî: Rûsya teqlîdê êrîşa nukleerî li Amerîkayê dike
    Şandeyeke Amerîkayê serdana Minbicê kir
    Senatoya Amerîkayê: Firoştina S-400an bo welatên din mijara sepandina dorpêçan e
    Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi minasebeta salvegera Helebçê peyamek weşand
    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Ji Amerîkayê daxuyaniya vekirina balafirgehên Kurdistanê
    Yildirim: Pirsgirêkên me yên bi Amerîkayê re ne tiştekî veşartiye
    Etîketan:
    Donald Trump, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de