09:44 20 Nîsan 2018
    Ryan Dillon

    Du endamên hevpeymaniyê li Sûriyeyê hatin kuştin û 5 birîndar bûn

    © AP Photo / Karim Kadim
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku di encama teqîna bombeyekê de li Sûriyeyê du endamên wan hatine û 5ên din birîndar bûne.

    Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Ryan Dillon îro li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî ku "29ê vê adarê(anku duh) li Sûriyeyê, di encama teqîna bombeyeke bi destan çêkirî de du endamên hevpeymaniyê hatine kuştin û 5ên din birîndar bûne."

    ​Dillon diyar kir ku birîndar tavilê hatine dermankirin û bo dermankirina zêdetir jî hatine veguhestin.

    Herwiha Dillonî destnîşan kir ku dê navê kuştiyan li gorî desthilatên neteweyî yên pêwendîdar werin ragihandin û ti hûrgilî derbarê bûyerê de nedan ku hîn lêpirsîn berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    'Balafirên Tirkiyeyê 5 şervanên girêdayî Artêşa Sûriyeyê li Efrînê kuştin'
    'Piştî Pompeoyî, dibe giringiya kurdên Sûriyeyê zêde bibe'
    Artêşa Sûriyeyê: Me 70 ji sedê axa Xûtaya Rojhilat rizgar kir
    Etîketan:
    Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, DAIŞ, Ryan Dillon, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de