19:00 20 Nîsan 2018
    Sîxurê kevin yê Rûsyayê Sergey Skripal

    DYA: Biryara Rûsyayê a dersînorkirina dîplomatan pêwendiyan nebaştir dike

    © REUTERS / Peter Nicholls
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka çapemeniyê ya Qesra Spî derbarê mijara Skripal de dedaxuyaniyek nivîskî weşand ku, biryara Rûsyayê wek rast nabînin û rêvebiriya Washingtonê difikire ku biryara dersînorkirina dîplomatên amerîkî wê zirarê bide munasebetên herdu dewletan.

    Sîxûrê berê yê rûs Sergey Skripal û keça wî Yuliya li bajarê Salisbury a Brîtanyayê hatibûn jahrîkirin, herwiha dewleta Brîtanyayê bi hinceta ku Rûsyayê sûcdar bike bi hevalbendê xwe DYAyê û gellek dewletên din re biryara dersînorkirina gellek dîplomatên rûsî dabûn. Rûsya jî wek bersivdayinekê biryara dersînorkirina 60 dîplomatên DYAyê dabû.

    Berdevka çapemeniyê ya Qesra Spî derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand ku, biryara Rûsyayê wek rast nabînin. Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Biryara dersînorkirina dîplomatên amerîkî wê pêwendiyên navbera herdu dewletan nebaştir bike. Di çarçoveya bûyera Skripal de biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî ya DYA û 20 dewletên endamên NATOyê di cih de ye."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Delîlên bûyera Skripal yên Brîtanyayê derewên kurewî ne
    Gurcistan bi hinceta bûyera Skripal dîplomatekî rûsî wê dersînor bike
    Rûsya: Rêvebiriya Londonê hin agahiyên derbarê Skripal de ji çapemeniyê vedişêre
    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Etîketan:
    Sîxur, Kuştin, Jahrîkirin, Skripal, Berdevka çapemeniyê ya Qesra Spî, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de