17:30 25 Gulan 2018
Amerîka - Polonya

Amerîkayê li ser peymana moşekên Patriotan ya bi Polonyayê re daxuyanî da

© REUTERS / Agencja Gazeta/Slawomir Kaminski
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got, peymana 4 milyar û 75 milyon dolarî ya ji bo Patriotan bi Polonyayê re hat îmzekirin, ji bo Washingtonê bû cihê kêfxweşiyê.

Nauert di civîna çapemeniyê de axivî û got, "Amerîka îmzekirina peymana ji bo temamkirina beşa pêşîn ya kirîna pergala parastinê ya moşekên Patriotê li Varşovayê bi kêfxweşî pêşwazî kir. Îmzakirina vê peymanê dê ewlehî û derfetên li baskê rojhilat yê Amerîka, Polonya û tifaqa NATOyê xurt bike."

Di destpêka meha sibatê de di nûçeyên çapemeniya Polonyayê de hatibû diyarkirin ku Amerîkaya ku amadehiyê dike bi Varşovayê re heta dawiya meha adarê bi 10 milyar û 5 milyon dolarî peymana firotina Patriotan îmza bike, bihayê peymanê daxist 4 milyar û nîv dolarî.

Di beşa yekem ya peymanê de Amerîka wê ji bo Polonyayê 16 pergalên seyar yên moşekan û 208 moşekên Patriotê dabîn bike. Moşek wê li ser sînorê Polonya û Rûsyayê li nêzikî herêma Kalîningradê werin bicihkirin.
© REUTERS / Franciszek Mazur/Agencja Gazeta
Di beşa yekem ya peymanê de Amerîka wê ji bo Polonyayê 16 pergalên seyar yên moşekan û 208 moşekên Patriotê dabîn bike. Moşek wê li ser sînorê Polonya û Rûsyayê li nêzikî herêma Kalîningradê werin bicihkirin.

TITOV: EV PERÇEYEKÎ PLANA DORPÊÇKIRINÊ YA TEVAHIYA RÛSYAYÊ YE

Ji aliyê din ve Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Vladimir Titov diyar kiribû ku ev Peyman perçeyekî plana Amerîkayê ya ji bo dorpêçkirina tevahî ya Rûsyayê ye.

Titov di Mijdara 2017an de di roportaja xwe ya ji bo Rossiya Segodnyayê gotibû ew dizanin ku li Polonyayê planên avakirina pergala parastinê ya moşekên Patriotan tên amadekirin û anîbû ziman ku ev perçeyekî plana stratejîk ya Amerîkayê ye ku bi bihaneya gefên li ser baskê rojhilat tevahiya Rûsyayê dorpêç bike.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Di dayîna moşekên S-400î de jo bo Rûsyayê ti rîskekê tune ye
Rayedarê NATOyê di mijara stendina moşekên S-400î de behsa hinek rîskan kir
NATO: Moşekên S-400î entegreyî pergala NATOyê nabin
Çîn cûreya moşekên xwe yên DF-10 yekem car parvekir
Etîketan:
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauert, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de