00:51 26 Nîsan 2018
    El Qaîde

    Di êrişê de serokê rêxistinê Mûsa Ebû Dawûd hat kuştin

    © AFP 2018 / Fadi al-Halabi / AMC
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Libyayê di êrişa balafirên şer ên Amerîkayê de yek ji serokê rêxistina El Qaîdeyê Mûsa Ebû Dawud û milîtanekî din hat kuştin.

    Li gor zanyariyên berdest, balafirên şer ên Fermandariya Amerîka ya li Efrîqayê (AFRICOM) herêma ku serokên El Qaîdeyê lê bûn bombebaran kir. Di encama bombebaranê de yek ji serokê El Qaîdeya Mexrîbê (AQIM) Mûsa Ebû Dawud jî di nav de du kes hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniya AFRICOMê operasyon di 24ê Adarê de li başûrê rojavayê Libyayê li herêma Ubarî pêk hatiye û di operasyonê de ti zirar li sivîlan nebûye.

    AFRICOMê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Raport û tespîta zirarê êrişa operasyonê qediya û fermandariyê kuştina Mûsa Ebû Dawud serast kir. Ebû Dawud ji bo rêxistinê çek, pere, milîtan û alîkariya lojîstîk berhev dikir."

    Bi heman mijarî:

    Qedafî namzediya xwe ya Serokatiya Libyayê ragihand
    Li Libyayê şer: Herî kêm 9 mirî 21 birîndar
    Îmhakirina çekên kîmyewî yên Libyayê qediya
    Bajarê Bingazî yê Libyayê bi temamî hat paqijkirin
    Li Libyayê balafireke şer ket: 4 mirî
    Etîketan:
    Fermandariya Amerîka ya li Efrîqayê (AFRICOM), El Qaîde, Mûsa Ebû Dawud, Amerîka, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de