18:46 19 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump wezîrêkî din ji wezîfeyê distîne

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê Wezîrê Karê Gazîtiyê David Shulkin ji wezîfeyê bistîne û li şûna wî amiral Ronny L. Jackson tayîn bike.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump di hisabê xwe yê Twitterê de peyameke ku di kabîneya xwe de guherînekê bike weşand. Trump di peyama xwe ya Twitterê de got: "Ez difikirim li şûna Wezîrê Karê Gazîtiyê amiral Ronny L. Jackson namzed nîşan bidim. Hetanî dema derbasbûnê ji Wezareta Parastinê Robert Wilkie dê wek wekîl wezîfe bike. Ji ber xizmetên baş spasiya David Shulkin dikim."

    Nayê zanîn David Shulkin wê kengî dev ji wezîfeyê berde û heta niha ji Qesra Spî jî ti daxuyanî nehatiye dayîn. Wezîrê nû amiral Ronny L. Jackson di heman demê bijîşkiya Trump jî dike. Jackson di artêşa Amerîkayê de hê jî wezîfe dike û ji serdema George W. Bush ve bijîşkiya serokan dike.

    Bi heman mijarî:

    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir
    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
    ‘Trump wê dîplomatên rûs dersînor bike’
    Trump li ser ziyareta Kim ya Çînê got: Ez bi çar çevan li benda hevdîtinê me
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Ronny L. Jackson, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de