04:14 20 Nîsan 2018
    Donald Trump û Theresa May

    Koşka Spî: Trump û May li ser ‘hilweşandina tora sîxuriya rûsî’ li hev kir

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di pêwendiya îro 28ê Adarê ya telefonê de, li ser hilweşandina ‘tora sîxurtiyê ya rûsî’ û çend mijarên din li hev kirine.

    Di daxuyaniya Koşka Spî ya li ser hevdîtina Trump û May de wiha hat gotin: "Serok Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li ser pêşîgirtina bikaranîna çekên kîmyewî û li ser girîngiya hilweşandina torên sîxuriya Rûsyayê li Brîtanya û Amerîkayê li hev kirin."

    Ajanê dualî yê rûsî yê berê Sergey Skripal û keça xwe Yulia, 4ê Adara 2018an li bajarê Salibury yê Brîtanyayê bêhiş hatibûn dîtin û ji ber vê bûyerê Rûsya hatibû tawanbarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Slowakyayê piştî 20 salan bangî balyozê rûsî kir
    Pisporê rûsî: Damezirandina Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê gaveke karîger a Amerîkayê ye
    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    'Li Minbicê ti hêza me nîne, tiştê li wir dibe me eleqedar nake'
    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin
    Li Amedê êrîşî peykerê mafên mirovan kirin
    Etîketan:
    Brîtanya, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de