15:43 22 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Li Amerîkayê destûr hat dayîn ku li Trump doz were vekirin

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Marylandê dadgerekî destûr da ku li Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber binpêkirina destûrê doz were vekirin.

    Hat ragihandin ku Li eyaleta Marylandê dadgerekî destûr da ku li Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber binpêkirina destûrê doz were vekirin.

    Hat diyarkirin ku sedema pirsgirêkê ew e ku Trump gava serokê Amerîkayê bû, peymaneke kar ya ji bo meaşê xwe fesih nekiriye.

    Trump di dema serokatiya xwe de tê îthamkirin ku wî derbarê karên xwe de peyman çêkiriye.

    Dadgerê dadgeha herêma eyaleta Marylandê Peter J. Messitte biryar da ku herdu serlêdanên serdozgerên eyaleta Marylandê û herêma Columbiayê ji bo vekirina dozê li Trump bi awayekî qismî be jî xwediyê bingehê ne.

    Lê doz tenê dê li ser îdiayên ku derbarê wan peywendiyên bi 'Trump International Hotel' ya li Washintonê re dewam dikin de ne, dikare bixebite.

    Bi heman mijarî:

    Trump li ser ziyareta Kim ya Çînê got: Ez bi çar çevan li benda hevdîtinê me
    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Etîketan:
    doz, Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de