15:50 21 Gulan 2018
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

    Mattis li ser Efrîn, Şingalê û hebûna PKKê li wê derê axift

    © REUTERS / Yuri Gripas
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 00

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê duh sêşemê ragihand ku êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê 'xebatên êrîşên li dijî DAIŞê yên li Dêra Zorê rawestandine'. Mattis derbarê hebûna PKKê li Şingalê de jî axift û got, "divê ji Şingalê biçe".

    Li gorî nûçeya The Regionê, Mattisî ji rojnamevanan re axiftiye û diyar kiriye ku "çalakiyên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê, bi taybetî li Efrînê bala HSDê ji şerê li dijî bermayiyên DAIŞê biriye".

    Herwiha Mattisî diyar kir ku hîn bermayiyên DAIŞê li hinek herêmên rojhilatê Firatê hene û got ku " Em êdî li ser erdê ne bizaveke erîşkirinê de ne li dijî DAIŞê ji ber van(operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê) bal ji ser wê biriye. Ev bandor kir."

    "GOTÛBÊJÊN ME Û TIRKIYEYÊ JI BO MINBICÊ DEWAM DIKIN"

    Wezîrê amerîkî li ser Minbicê û gotûbêjên wan li gel Tirkiyeyê jî axift û got ku" gotûbêjên me û Tirkiyeyê li ser Minbicê hîn dewam dikin. Niha diyalogeke me ya vekirî bi Hikûmeta Tirkiyeyê re heye. Em lê dixebitin û em ber bi pêş de diçin. Em niha di tiştek de asê nemane. Wek heta niha me dîtiye, ti tevger li himberî Minbicê pêk nehatiye."

    "DIVÊ PKK JI ŞINGALÊ VEKIŞE"

    Li ser hebûna PKKê li Şingalê jî Mattis bi bîr anî ku Amerîka PKK wek "rêxistineke terorîst" dibîne û diyar kir ku li himberî endamên PKKê yên Şingalê tehdîd hene û diyar kir ku niyaz dikin bibînin ku ew(PKK) ji herêma Şingalê vekişin û wiha dewam kir: Ev dê mebesta me be. Ev jî niha berdewam dike. Derbarê bûyerên taktîkî ên li ser erdê ti agahiyên zêdetir destê min de tine ne".

    "LI SER SÛRIYEYÊ NAKOKIYÊN ME YÊN KÛR BI TIRKIEYYÊ RE ÇÊBÛNE"

    Mattis li ser Tirkiyeyê û nakokiyên Amerîka û Tirkiyeyê de jî got: Tirkiye hevalbenda me. Em bi hev re sekinîne. Derbarê hinek mijarên têkilîdarî Sûriyeyê de lihevnekirinên me yên kûr hebûne. Lê qet nebûn asteng li pêşberî rastbêjî û civînên me yên li dû hev. Em dê her li ser wê bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    'Amerîka bi awayekî cidî plan dike ku Incirlikê bibe Kurdistana Iraqê yan jî Rojava'
    Generalê amerîkî: Di nava çend salan de Amerîka dê bikare ji fezayê jî şer bike
    Lavrov, Amerîka û hevkarên wê bi 'muxalefeta ku li dij Sûriyê dikin' sûcdar kirin
    Lavrov: Amerîka li dijî Rûsyayê perwerdeya çekên nukleerî dide artêşên Ewropayê
    Amerîka sala bê dê çeka hîpersonîk biceribîne
    Etîketan:
    HSD, PKK, DAIŞ, James Mattis, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Iraq, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de