09:51 20 Nîsan 2018
    Şingal

    Generalê amerîkî: Em dê alîkariya Tirkiyeyê di operasyona li dijî PKKê de nekin

    © REUTERS / Ari Jalal
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Giştî yê Elemanên Kordînasyona Pêkhateyên Hewayî û Hewageriyê ya Hevpeymaniya navdewletî General Andrew Crof roja sêşemê ji peyamnêran re li ser operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel a ku dê li Şingalê li dijî PKKê bike axift û got ku Amerîka dê alî Tirkiyeyê neke di operasyona wê ya li dijî PKKê de.

    Li gorî nûçeya, The Regionê ya ku rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburg amade kiriye, ev bêtir 10 mehan e ku general Croft li Navenda Giştî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Iraqê ye û derbarê mijarê de axiftiye.

    Croftî diyar kir ku piştî Tirkiyeyê gef xwarin ku operasyonekê li dijî PKKê li Şingalê pêk bîne, "wan ti guhertinek di çalakiyên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê de nedîtiye"

    Generalê amerîkî got ku diyar e, çi çalakiya ku Tirkiye li bakurê Iraqê bike dê bi hikûmeta Iraqê  kordîne bike û wiha dewam kiriye: "Têkilîdarî van şiroveyên tên kirin, min ti guhertin li bakurê Iraqê nedîtiye."

    "OPERASYONA ŞINGALÊ DI NAVBER ATIRKIYE Û IRAQÊ DE YE, TÊKILIYA HEVPEYMANIYÊ PÊ TINE"

    Herwiha wî got ku Amerîka dê ti alîkariyekê hewayî nede Tirkiyeyê ji bo şerê wê li dijî PKKê û destnîşan kir ku "ev tenê di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û ya Iraqê de ye."

    Croftî got, "Diyar e ku fikarên hikûmeta Tirkiyeyê derbrê PKKê de hene. Lê ew tiştên ku dê li bakurê Iraqe bikin dê kordînasyona navbera du hikûmetan be û hevpeymaniyê tev li xwe nake."

    "EZ BAŞ NIZANIM BÊ PKK LI KÛ ŞINGALÊ YE"

    Li ser pirsayreke derbarê Şingalê de, generalê amerîkî diyar kir ku baş nizane bê PKKê li kû derê Şingalê ye û wiha axift: "Têkilîdarî Şingalê ez bi teqezî nizanim bê PKKê li kû ye. Ez dizanim ku li nêzîkî şingalê ne lê têkilîdarî cihê wan ê teqez li ser erdê, ez nikarim misoger bibêjim li kû ne."

    Di berdewamiya axiftinê got, "ji perspektîva hewayî, ew ne herêmek e ku em ê xwe tev lê bikin ji ber em di şerê li dijî DAIŞê de ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
    Aldar Xelîl: Barzanî ji min re got ku vekişîna ji Şingalê şaş bû
    ‘Tenê yek penaber jî nikare vegere Şingalê’
    PKK ji bo çi ji Şingalê vekişiya?
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya Şingalê
    Berpirsê îstixbarata leşkerî yê Seddam Husên: Tirkiye nikare êrîşê ser Şingalê bike
    Etîketan:
    PKK, Andrew Crof, Amerîka, Iraq, Şingal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de