21:46 25 Gulan 2018
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert

Amerîkayê helwesta xwe ji bo Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê eşkere kir

© AFP 2018 / Mandel Ngan
Amerîka
Lînkê kurt
0 10

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê derbarê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê de axift û diyar kir ku haya wan ji wê partiyê heye û dê bi kêfxweşî pêşwazî li çi partiyekê bikin ku beşdarî çareseriya polîtîk a Sûriyeyê bibe. Herwiha Nauertê nexwest bersiva wê pirsê bide bê gelo ev partî beşek ji PYDê ye yan na.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê derbarê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya ku duh li Reqaya bakurê Sûriyeyê hatibû damezirandin de axift û diyar kir ku wan mijar şopandiye.

Nauertê di berdewamiya axiftina xwe de got, "Ez bi giştî bawer dikim ku bi giştî em dê bi kêfxweşî pêşwaziyê li her partiyê bikin ku pabendiyê bi biryara NYyê ya 2254ê bike."

"EM BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZIYA KOMEKÊ DIKIN KU ÇARESERIYÊ POLÎTÎK DIBÎNE"

Wezareta Derve ya Amerîkayê di berdewamiyê de got ku ew dê bi kêfxweşî pêşwazî li çi partiyê bikin ku pabendiyê bi biryara 2254ê ya NYê dike û dibîne ku çareseriya Sûriyeyê polîtîk e, ne leşkerî ye û wiha dewam kir "Lewra teqez em dê piştgiriya komekê bikin ku pabendî van prensîpan be da ku vê wêrankirina ku pêk tê bi dawî bike."

LI GORÎ WE, PARTIYA NÛ BEŞEK JI PYDÊ YE YAN NA?

Li ser pirsyara bê gelo ev partî beşek ji PYDê ye yan na, Nauertê wiha got: Tiştê ez fêm dikim ku ew pir-etnîkî ye û nûnerîtiya xelkê li wê derê dijîn dike."

Duh li bajarê Reqayê yê Bakurê Sûriyeyê kongreya partiyeke nû bi navê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Reqaya bakurê Sûriyeyê  bi rê ve çû ku ji komên siyasî yên erebî, kurdî û siryanî pêk tê.

 

Bi heman mijarî:

Tirkiye xwe ji bo avadankirina Sûriyeyê ya piştî şer amade dike
‘Artêşa Sûriyeyê Duma dorpêç kir'
Qeter û Sûriyeyê peymaneke hevkariyê îmze kir
'Artêşa Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilatî kargeheke çekên kîmyewî dît'
NY û Heyva Sor a Sûriyeyê: Em ê alîkariya mirovî bişînin Efrînê
Sekreterê NYyê: Li çend herêmên Sûriyeyê şer nesekiniye
Sererkaniya Rûsyayê: DYAyê Sûriyeyê bombebaran bike em ê bersivê bidin
Etîketan:
PYD, Heather Nauert, Bakurê Sûriyeyê, Reqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de