07:30 22 Gulan 2018
    Dolar

    Cara ewil bilêta piyangoyê kirî, îkramiyeya mezin qezenç kir

    © REUTERS / Dado Ruvic
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Kanadayê ciwana ku nû ket 18 saliya xwe cara ewil bilêta piyangoyê kirî, herwiha Charlie Lagarde îkramiyeya mezin ya 780 hezar dolarî qezenç kir. Xeyala mezin a Lagarde ew e ku beşa wênekêşiyê bixwîne û bibe xebatkara National Geographicê.

    Li gor nûçeya BBCyê ciwanê ku li Quebecê dijî û di 14ê Adarê de ket 18 saliya xwe Charlie Lagarde, ji bo rojbûna xwe pîroz bike cara ewil bilêtek piyangoyê stend. Charlieya ku 780 hezar îkramiyeya mezin qezenç kir tevahiya pereyê xwe li pergala bê bac razand û heta dawiya jiyana xwe wê her hefte 1000 dolarî bidest bixe.

    Berdevkê saziya piyangoyê Patrice Lavoie bilêv kir, "Di salekê de hevberî 100 hezar dolarê bê bac e. Ji bo jiyana jinekê, destpêkek bêhempa ye."

    ​Charlie Lagarde da zanîn ku, pereyê xwe wê ji bo geşt û perwerdehiyê bikarbîne û dixwaze beşa wênekêşiyê bixwîne. Xeyala mezin a Lagarde ew e ku bibe xebatkarê National Geographicê.

    Bi heman mijarî:

    Dolar 4 lirayê Tirkî derbas kir
    Li Japonyayê di salekê de zêdetirî 35 milyon dolar pere li erdê hat dîtin
    Hikûmetê di nava sê salan de 25 milyar dolar deyn kir
    Pentagonê ji budçeya 2019an 550 milyon dolar bo YPG/HSDê terxan kir
    Pekînê ji bo hewayeke paqij 3 milyar dolar terxan kir
    Etîketan:
    Qezençkirin, Îkramiye, Pere, Piyango, BBC, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de