15:40 22 Nîsan 2018
    Çin - ABD

    Ji Çînê bo Amerîkayê: Em ji diyalogê re hene, lê ji şer re jî amade ne

    © REUTERS / Hyungwon Kang
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a sepandina baca gimrikê, ji Kongreya Amerîkayê heyetek serdana Pekînê kir.

    Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a sepandina baca gimrikê, ji Kongreya Amerîkayê heyetek serdana Pekînê kir. Serokwezîrê Çînê di pêşwaziya heyete de got: "Em ji bo diyalogê dixebitin, lê ji şerê bazirganî re jî amade ne."

    Serokwezîrê Çînê Li Kiçiang di pêşwaziya heyeta amerîkî de got: "Ji bo diyalogdanîna bi Amerîkayê re em dixebitin, lê ji şerê bazirganî re jî amade ne. Em dixwazin rêvebiriya Trump di meseleya bazirganiyê de bi helwesteke aqîlane tev bigere. Em hêvî dikin ji bo çareseriyeke hevpar bi Çînê re bixebite."

    Li Kiçiang di axaftina xwe ya Foruma Asta Bilind a Geşepêdana Çînê de jî ji bo bazirganiya navbera Çîn û Amerîkayê got: "Bi saya qaîdeyên bazirganî û hêza bazarê hecma bazirganî ya îro hatiye bidestxistin û di navenda vê de qezenç û fêdeya dualî heye."

    Bi heman mijarî:

    Tehran: Amerîka her diçe dir dibe, Rûsya, Çîn û Îran divê nêziktir bibin
    Çîn: Ger di navbera me û Amerîkayê de şer biqewime, em ê bersiva pêwîst bidin
    Hêza Hewayî ya Amerîkayê wê li paşiya Çîn û Rûsyayê bimîne
    Çîn û Rûsya, wê dawiyê li hêza leşkerî ya Amerîkayê bînin
    Etîketan:
    Serokwezîrê Çînê, Li Kiçiang, Amerîka, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de