17:16 24 Nîsan 2018
    Rus T-90 Tankı

    Medya amerîkî ji bo şerekî muhtemel behsa serdestiyên hêza Rûsyayê kir

    © AP Photo / Channi Anand
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Military.com diyar kir ku leşkerên amerîkî plan dikin menzîla fuze û sîstemên topxaneyên xwe zêdetir bikin, lewra di şerekî muhtemel ê bi Rûsyayê re de, di hefteyên destpêkê de nikarin piştgiriya hewayî bistînin.

    Li gor lêkolîna Navenda Rand Corporation ku di nûçeyê de zanyariyên wê têne belavkirin, dê di 7-10 rojên şer dek leşkerên rûsî bi hejmar û hêza xwe ya li bejahiyê serdest bin.

    Karmendê Rand Corporation John Gordon dibêje, "Hêza Sîstema Parastina Hewayî ya Rûsyayê û zêdebûna menzîla wan dê her cure piştgiriyan asteng bike û encamên jî li ser hêza bejahî werin hîskirin."

    'HÊZA TOPXANEYÊN RÛSÎ LI HEYAMA ÇARÎTIYÊ JÎ ZÊDE BÛ'

    Gordon li ser serdestiya hêza topxaneyên rûsî dide xuyakirin, "Rûs gelekî cidî nêzîkî vê mijarê dibin. Hêza topxaneyan li heyama Çarîtiyê jî hêza herî mezin a artêşa Rûsyayê bû."

    Di nûçeyê de tê ragihandin ku ji ber van sedeman rêveberiya artêşa Amerîkayê ketiya nav hewla pêşxistina sîstemên fuze û topxaneyan û xebatên pêşxistinê li ser obusên M-109 Paladînê dike.

    Herwiha tê diyarkirin ku Serokê Fermandariya Pasîfîk ê Artêşa Amerîkayê General Robert Brown gotiye, "Pêwîste em menzîla hemû sîstemên xwe yên ku bipêş dixin zêde bikin û li hember hevrikên xwe serdestiyê bi dest bixin."

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    Sûriye: Cîhadî li Idlibê amadekariya bikaranîna çekên kîmyewî dikin
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû rakirin nexweşxaneyê
    Nebenzya: Tenê Rûsya biryara KENYyê bicih tîne
    Ebadî li ser operasyona muhtemel a li ser Şingalê daxuyaniyek da
    Etîketan:
    hêza leşkerî ya rûsî, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de