05:59 22 Nîsan 2018
    Serokê berê yê Amerîkayê û xwediyê xelata Nobelê Jimmy Carter

    Carter: Wezîfedarkirina Boltonî ji bo Amerîkayê karesateke niştimanî ye

    © AFP 2018 / KENA BETANCUR
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê berê yê Amerîkayê û xwediyê xelata Nobelê Jimmy Carter li ser wezîfedarkirina Boltonî ji aliyê Trump ve bo Amerîkayê bi awayekî tund rexne kir. Bi raya Carter wezîfedarkirina Boltonî bo Amerîkayê ‘karesateke niştimanî' ye.

    Serokê berê yê Amerîkayê wekî Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî yê Amerîkayê Carter wezîfedarkirina John Boltonî bi awyekî tund rexne kir û got dibe ku ev mezintirîn xeletiya Trumpî be.

    "Ji dema ku Trump hatiye ser kar û heta niha ev mezintirîn xeletiya wî ye. Bolton yek ji avakarê şerê bi Koreya Bakur re ye. Bolton herwiha yek ji avakarê dagîrkerina Iraqê û hetta difikire ku êrişî Iranê bike."

    Serokê berê yê Amerîkayê li ser wezîfedarkirina Boltonî got, "Ji bo welatê me karesateke niştimanî ye"

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî yê Koşka Spî General Herbert Raymond McMaster ji kar derxist û li şûna wî John Bolton wezîfedar kiribû. Bolton bi piştgiriya xwe ya bo kurdan û serxwebûna Herêma Kurdistanê tê naskirin ku gelek daxuyaniyên wî di vî warî de hene.

    Bi heman mijarî:

    Trump ji Macron re: Divê hevkariya bi Tirkiyê re ya di mijara Sûriyê de bê zêdekirin
    Peskov: Pûtîn û Trump herdu jî dizanin ku pirsgirêkên xwe rûbirû neaxivin çareser nabin
    ‘Trump wê dîplomatên rûs dersînor bike’
    Trump McMaster ji kar derxist û John Bolton tayîn kir
    Trump ji bo malên çînî baceke gumrikê ya 50 milyon dolarî disepîne
    Etîketan:
    Wezîfedarkirina Boltonî, Serokê berê yê Amerîkayê, Jimmy Carter, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de