07:44 24 Nîsan 2018
    Refernadum - Kurdistan

    Mehmet Sanri: Êdî meseleya Kurdistanê nabe qurbana berjewendiyên hêzên super

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 11

    Rojnamevan û nivîskarê kurd Mehmet Sanri guherîna Wezîrê Derve û şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Amerîkayê û siyaseta wê ya nû ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Guherîna Wezîrê Derve û şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Amerîkayê wê bandoreke çawa li siyaseta cihanê û Rojhilata Navîn bike, di vê guherînê de kurd li kur in. Rojnamevan û nivîskar Mehmet Sanri guherîn û siyaseta nû ya Amerîkayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    ‘BOLTON BI DOKTRÎNA XWE TÊ'

    Rojnamevan Mehmet Sanri di axaftina xwe de got: "Di cihê Herbert McMaster de hatina John Bolton pir girîng e ji bo siyaseta Amerîka ya derveyê welat û cihanê. Niha gotinek ku dibêjin ‘bi guhertina şexsekî siyaseta welatekî nayê guhertin'. Hatina John Bolton ne guhertina şexsekî ye, çêkirina fikrek, doktrînek, siyasetek nû ye. Bolton ji serdemiya Renald Reagen bigre hetanî herdu Bush, Bill Clinton, Barak Obama û heta niha wek mirovekî doktrîner û xwedan fikr xizmetê ji bo serweriya Amerîkayê dike. Ne tenê Bolton, Mike Pompeo, James Mattis û çend kesên din jî hene ev ekîbek xurt e. Dema dibêjim bi hatina Bolton wê doktrîn were guherandin çi dixwazim vê hinekî vekim."

    ‘EGER HÊZ HEBE DÎPLOMASÎ Û DIYALOG ENCAM DIDE'

    Nivîskar Mehmet Sanri di berdewamiya axaftina xwe de got: "Obama di dema xwe de pir bawer bû ku bi siyaseta dîplomasî û diyalogê wê pêwendiyên Amerîkayê bi cihanê re serast bibin. Wek mînak çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistîn an peymana nûkleerî ya welatên ewropî û Îranê an jî mijara rêxistinên cihadîst ku li seranserê cihanê ji bo ewlehî û asayîşê bûne tehdît. Gelek mijarên bi vî rengî, reqabetên li ser xetên enerjî û aboriyê bi diyalog û danûstanê çareser bike, dîtin û doktrîneke Mesihî ya Obama hebû. Lê John Bolton wek em dizanin du roj berê jî di axaftineke xwe de got ‘eger hûn daxwaza aştî û dîplomasiyê bikin divê ji şer re jî amade bin'. Ev doktrîneke nû ji ya Obama cuda ye ku dê pirsgirêk û arişeyên heyî çawa werin çareserkirin. Yanî Bolton û ekîba wî ji vê bawere ku eger hêz û qewet hebe û ew hêz bi cih bibe wê demê dîplomasî û diyalog dikare kar bike. Dîplomasî biserê xwe tiştekî çareser nake û ti rêyekê nabîne. Dema hêz li pişt dîplomasiyê be bi her awayî çare jê re tê dîtin. Lewma dibêjim guhertina Bolton çi di peywendiyên Rûsyayê de be, çi di meseleya Rojhilata Navîn a giştî de be û çi jî meseleya Îsraîl û Filistînê de be wê bandorê bike. Dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku sefaretxaneya xwe bibe Qudsê, Bolton got ‘Ev enjeksiyoneke. Pêwistiya Filistînê an jî Rojhilata Navîn bi aştiyê heye û ev biyara Trump wek enjeksiyoneke başiyê ye.' Gelek mînakên wiha hene."

    ‘MESELEYA KURDISTANÊ ÊDÎ BI TI RENG Û ŞÊWEYÎ NABE QURBANA BERJEWENDIYÊN HÊZÊN SUPER'

    Mehmet Sanri ji bo siyaseta nû ya Amerîka û têkiliya wê bi Kurdistanê re got: "Bê çawa nêrîna John Bolton di gelek arîşe û mijarên din de eşkere û zelal be di meseleya Kurdistanê de jî wiha zelal e. Meseleya Kurdistanê êdî bi rengî û bi ti şêweyî nabe qurbana berjewendiya hêzeke super an nesuper an jî hêzên herêmî. Meseleya Kurdistanê ji aliyê xwe yê coxrafîk, siyasî û ji aliyê asayîşa navneteweyî ve êdî berçav bûye. Bolton div ê mijarê pir zelal difikire û dibêje divê Amerîka piştgiriya Kurdistaneke serbixwe bike û ew Kurdistana serbixwe jî dê bibe perçeyekî ewlekarî û asayîşa navneteweyî bo me û hemû hevpeymanên me. John Bolton di vê noqteyê ne xeyalperest, ne ku ji kurdan pir zêde hez dike û dixwaze qenciyekê bi wan bike. Bolton realist e, lê digel realîstbûna xwe dibîne bê çareseriya pirsgirêkan çi ye."

    ‘AQILEKÎ MÛESES Ê AMERÎKAYÊ HEYE'

    Sanri di dawiya axaftina xwe de ji bo rola Îranê li Rojhilata Navîn got: "Ya duyem, meseleya Îranê û sponsoriya wê ya bo terorê bi rastî jî yekcar aramî û asayîşa Rojhilata Navîn têk daye û bi vê re asayîşa welatên rojavayî jî xistiye xeterê. Eger çareyek ji vê re neyê kirin bi kiryarî bi zimanê dîplomasiyê safî nabe. Digel vê Îran bi bernameya xwe ya çeka nûkleerî aramî û ewlehiya cihanê tehdît dike. Di vê mijarê helwest û nêrîna Amerîka pir eşkere ku divê çi were kirin. Biska din dema min behsa doktrîna Bolton kir niha ev aqilek mûeses yê dewleta Amerîkayê ye. Yanî qesta min ji aqilê mûeses ne wek ê Obama ku xwe wek Mesih û çareyek ji meseleyan re bibîne. Na aqlê mûeses, aqlê rêxistin û organîzekirina ewlekariyê, aqlê Wezareta Parastinê û hemû organên din ê Amerîkayê cihanê çawa dibînin e. Ev aqil hemû li ser kom dibe û rêyên wê çareseriyê çi ye wê bi cih tînin. Belkî cara pêşiye ku piştî Reagen Serokê Amerîkayê ne mixtar, ne walî, ne dîplomat û ne jî leşker bû, lê sîstema Amerîka Trump anî ew danî serî da ku aqilê mûeses ê dewletê birêve biçe. Ne ku Trump kesekî gelek şêrîn û bikêrhatî bû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kurdistan bê şert û merc ber bi serxwebûnê diçe
    Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
    Firat: Peymana Kurdistan û Amerîkayê dê rê li ber pêkahateyeke nû li Rojavayê veke
    Amerîka: Em dostên kurdan û Herêma Kurdistanê ne
    Amerîka bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir
    Nerînên welatiyan li himberî helwestên Rûsya û Amerîka ji bo Kurdistanê
    Etîketan:
    Guherîna dîplomatên amerîkî wê bandoreke çawa li Kurdistan û Rojhilata Navîn bike, Mehmet Sanri, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de