17:19 24 Nîsan 2018
    Facebook

    'Facebookê, agahiyên lêgerîn û peyamên telefonên Androidê berhev kiriye'

    © Sputnik /
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Derket holê ku malpera medyaya civakî Facebookê bê destûr agahiyên lêgerîn û peyamên bikarhênerên telefonên Androidê tomar kiriye. Facebookê jî ragihand ku agahî bi destûra bikarhêneran hatiye berhevkirin û nehatinin firotin.

    Li gor nûçeya malpera Ars Technicayê gellek bikarhêner li ser twitterê ragihandine ku di hesabên wan yên facebookê de lêgerîna telefonê û peyamên berê hatine tomarkirn û di nav agahiyên tomarkirî de nimreyên telefonan û navên kesan hene.

    Hat ragihandin ku facebookê agahiyên bikarhêneran bi piranî ji sepana Messengerê bidestxistiye.

    ​Ji aliyê din ve hat bibîrxistin di modelên Apple yên ku pergala İOSê bikartînin rîskek wisa tune ye, ji ber ku desturê nade tu sepanan ku xwe bigîhînin agahiyên bikarhêneran.

    ​Herwiha facebookê jî derbarê mijarê de bi daxuyaniyan bersiv da îdiayan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îdiayên di rojevê de ne rast in, facebook Messenger bi destûra bikarhêneran tê bikaranîn û dema ku bixwazin di beşa sepandinê de dikarin bigrin û dikarin agahiyên berhevkirî jêbibin.

    Facebook ev çend roj in ji ber îdiayên fîrmaya bi navê Cambridge Analytica rastî rexneyên tund hatibû ku agahiyên bikarhêneran bê destûr berhevkiriye û ji bo hilbijartinên DYAyê û Brexita Brîtanyayê a referandûmê bikaraniye. Piştî îdiayan CEOyê facebookê Mark Zuckerberg lêborîn xwestibû.

    Bi heman mijarî:

    Facebook Express Wi-Fi dixe dewrê
    Li Amerîka, Ewropa û Asyayê Facebook û Instagram têkçûn
    Derbarê Efrînê de Facebook, Twitter û YouTube hatine hişyar kirin
    Facebook û Instagramê hisabê serokomar bloke kir
    Gelo Facebook çima wêneyên we yên tazî bixwaze?
    Etîketan:
    Agahî, Destûr, Medyaya Civakî, Facebook, Ars Technicay, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de