Fermandariya Hêzên Navnedî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyand ku agahiyên dibêjin Amerîka dê ji baregehên hewayî yên Încirlika li Tirkiyeyê û El Ûbeyda li Qatarê veqete, dûrê rastiyê ne.
Li ser hisabê fermî yê CENTCOMê peyamek hat parvekirin û di wê peyamê de ev tişt hatin gotin, "Amerîka ne ji Baregeha Încirlikê ya li Tirkiyeyê ne jî ji Baregeha El Ûbeydê ya li Qatarê vediqete. Agahiyên derbarê vê yekÊ şaş û bêbingeh in."
The US is not leaving Incirlik Air Base in Turkey, nor is the US leaving Al Udeid AB, Qatar. These reports are false and without merit.
— U.S. Central Command (@CENTCOM) 25 Mart 2018
Di heman demê Fermandariya Hêzên Hewayî yên Amerîkayê jî daxuyaniyek li Twitterê parve kir û ew îdiayên digotin, Amerîka dê ji Baregeha Hewayî ya Încirlika li Tirkiyeyê veqete, derewandin.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend hefte ne dihat îdiakirin ku Amerîkayê ji hêzên şer yên li Baregeha Hewayî ya Încirlikê veişandine.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)