01:26 24 Gulan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    ‘Trump wê dîplomatên rûs dersînor bike’

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sîteya amerîkî Bloomberg îdia kir ku ji ber bûyera kuştina sîxurê rûs Skripal Trump amade ye ku dîplomatên rûs dersînor bike.

    Di 4ê meha Adarê de sîxurê rûs û keça xwe li Britanyayê di encama êrişeke bi gaza kujer da jiyana xwe ji dest dabûn. Hikûmeta Brîtanyayê di derbarê vê meselê de Rûsyayê tewanbar kiribî û biryara dersînorkirina 23 dîplomatên rûs dabû. Heman bertekê Neteweyên Yekbûyî jî dabû Rûsyayê û nûnerê xwe yê Moskowayê vekişandibû.

    Sîteya Bloombergê li gorî agahîyên ku dispêre çavkaniyekê Qesra Spî îdia kir ku piştî Trump bi şêwirmendên xwe re civiya biryara dersînorkirina dîplomatên Rûsyayê da û vê gav tevdîra dersînorkirana dîplomatan dibîne.

    Bi heman mijarî:

    Kremlinê nûçeya digot 'Skripal ji bo vegerê name ji Putin re şand' derewand
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Etîketan:
    rûsya, ajan, dîplomat, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de