17:29 20 Nîsan 2018
    John Bolton

    12 agahiyên giring derbarê şêwirmendê nû yê Trumpî de

    © AFP 2018 / Mike Theiler
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê li ser Twitterê ragihand ku wî Joh Bolton wek şêwirmendê ewlekariya neteweyî li şûna Korgeneral Herbert Raymond McMasterî erkdar kiribû û Boltonî jî ragihandibû ku vê peywirê qebûl dike.

    Li gorî rojnameyên The Guaridan, Eşerq el Elwset û BBCyê, li vê derê 12 agahiyên giring derbarê John Boltonê parêzer de hene ku jiyana wî ya siyasî di serdema serokê Amerîkayê yê berê Ronald Reaganî de dest pê kiribû û niha jî di serdema Trumpî de bûye şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê.

    ​1. Şerperestekî tundrew ê Partiya Komarî ya Amerîkayê ye.

    ​2. Rola wî di betalkirina wê biryarê de hebû ku nijadperestiyê û siyonîzmê wek heman tiştîn dibîne.

    ​3. Li çend meqam di dema Reagan û Bushê bav de xebitî.

    ​4. Di dema birêveberiya Bushê kur de jî ji sala 2001 heta 2009an de xebitî.

    ​5. Bi xurtî piştgirî da dagirkirina Iraqê ya sala 2003an.

    ​6. Sala 2005an bû balyozê Washingtonê li NYyê.

    ​7. Statejiya şerên parastinî ji bo parastina ewlekariya Amerîkayê ya neteweyî diparêze.

    ​8. Bang dike ku hêza leşkerî li dijî Îran û Koreya Bakur were bikaranîn.

    ​9. Xwediyê gotina "bombebaran tekane çareya rawestandina programa nûklerî ya Îranê ye.

    ​10. Helwestên wî li dijî Rûsyayê tund in.

    ​11. Li dijî wê derdikeve ku Amerîka tev li Dadega Tawanên Cezayî ya Navdewletî bibe.

    ​12. Di 9 Nîsanê de dest bi peywira xwe ya nû dike.

     

    Bi heman mijarî:

    John Bolton: Kurd de facto dibin dewlet
    John Bolton: Kurd gihîştine asta ragihandina serxwebûnê
    John Bolton 'Piştgiriyeke bihêz' da referandûma serxwebûnê
    Trump McMaster ji kar derxist û John Bolton tayîn kir
    Washington Post: Bolton di rêveberiya Amerîkayê de wê bibe sedema guherînên bingehîn
    Etîketan:
    Donald Trump, John Bolton, Îsraîl, Amerîka, Koreya Bakur, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de