15:45 22 Nîsan 2018
    Balyozê berê yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) John Bolton

    Washington Post: Bolton di rêveberiya Amerîkayê de wê bibe sedema guherînên bingehîn

    © AFP 2018 / Karen BLEIER
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 00

    Rojnameya Washington Postê ya amerîkayî diyar kir ku şêwirmendê nû yê Serokê Amerîkayê yê berpirsê karûbarên neteweyî John Bolton, di rêveberiya Amerîkayê de dê bibe sedema guherînên bingehîn.

    Li gorî nûçeyeke K24ê, rojnameya Washington Postê ya amerîkayî li ser şêwirmendê nû yê Serokê Amerîkayê yê berpirsê karûbarên neteweyî John Bolton diyar kir ku ew di rêveberiya Amerîkayê de li hemberî kêşeyên cîhanî dê bibe sedema guhertînên bingehîn.

    Hat ragihandin senatorên Partiya Demokratxwazan û hinek senatorên komarparêzan ji helwesta Bolton bifikar in ku bibe sedema alozbûna kêşeyên navdewletî.

    Yek ji senatorên demokratxwazan Christopher Coons got, "Helwestên Bolton yên di derbarê Îran û Koreya Bakur de gelekî tund, metirsîdar û xirab in."

    John Bolton beriya çend rojan wekî şêwirmendê nû yê Serokê Amerîkayê yê berpirsê karûbarên neteweyî hat tayînkirin û tê payîn ku di 9ê Nîsanê de dest bi karê xwe bike. Bolton bi piştevaniya xwe ya ji bo Îsraîlê û tundiya xwe ya li dijî Îran û Koreya Bakur tê nasîn, Herwisa Bolton di pêvajoya referandûmê ya serxwebûna Herêma Kurdistanê de bi awayekî eşkere piştgirî dabû referandûmê.

    Bi heman mijarî:

    John Bolton: Kurd gihîştine asta ragihandina serxwebûnê
    John Bolton: Kurd de facto dibin dewlet
    Trump McMaster ji kar derxist û John Bolton tayîn kir
    John Bolton 'Piştgiriyeke bihêz' da referandûma serxwebûnê
    Etîketan:
    guherînên bingehîn, Şêwirmendê Serokê Amerîkayê, John Bolton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de