13:44 25 Nîsan 2018
    Donald Trump - General H.R. McMaster

    Trump McMaster ji kar derxist û John Bolton tayîn kir

    © AFP 2018 / NICHOLAS KAMM
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Donald Trump Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Koşka Spî Korgeneral Herbert Raymond McMaster ji kar derxist û li şûna wî John Bolton tayîn kir.

    John Bolton
    © Foto : Wikipedia/ Gage Skidmore
    Ev demeke îdiayên ku dê Trump Şêwirmendê Ewlekariya Netewî McMaster ji kar derxe di rojevê de bûn.

    Trump ji dema dest bi kar kiriye ve, heta niha gelek kes ji kar avêtibûn û li ser qewirandina McMaster jî îdia hebûn.

    McMaster duyemîn Şêwirmendê Ewlekariyê yê Trump ê ji kar hatiye xistin e ku beriya wî jî Mike Flynn îstifa kiribû.

    Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha dawî li karê Wêzîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson anîbû û li şûna wî Serokê CIAyê Mike Pompeo destnîşan kiribû ku dawiya vê mehê dest bi karê xwe dike.

    ŞÊWIRMENDÊ NÛ JOHN BOLTON BI PIŞTGIRIYA XURT A BO KURDAN TÊ NASÎN

    Trump li şûna McMaster John Boltonê Balyozê berê yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî tayîn kir.

    John Bolton herwiha bi piştgiriya xwe ya bo kurdan û serxwebûna Herêma Kurdistanê jî tê naskirin ku gelek daxuyaniyên wî di vê derbarê de hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Bulgaristan: Divê danûstandina bi Erdogan re berdewam be
    Malpera Wezareta Berevaniya Rûsyayê rastî êrîşeke tund a hackeran hat
    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Pisporê Sûriyeyî: Îsraîl derewan dike, di 2007an de li reaktora nukleer a Sûriyeyê ne daye
    Koşka Spî: Endîşeyên bandorê li têkiliyan dikin hatin axaftin
    Sererkanê tirk: Vegera xelkê Efrînê dest pê kiriye
    Etîketan:
    Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de