20:20 23 Nîsan 2018
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    Amerîka: Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)
    0 0 0

    Rayedarên amerîkî li ser pirsa vekişîna ji Minbicê ku bi Tirkiyeyê re hevdîtin li ser hatine kirin, dubare ragihandin ku ti niyeteke Amerîkayê ya vekişîna ji Minbicê nîne.

    Fermandariya Hêzên Navendî (Centcom) a Amerîkayê û Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsan heman daxuyanî dan û gotin, "Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne."

    CENTCOM: HÊZÊN HEVPEYMANIYÊ LI MINBICÊ NE

    Berdevkê CENTCOMê Adrian Rankine Gallowey li ser pirsa Minbicê ev bersiv da: "Hêzên hevpeymaniyê niha Minbicê ne. Wek herêmên din ên ji DAIŞê hatine rizgarkirin, hevpeymanî ji bo îstiqrarê piştgiriyê dide hêzên herêmî û konseya sivîl a herêma Minbicê. Ji ber ewlekariya operasyonel em agahiyên zêdetir nadin."

    NAUERT: JI WEZARETA BEREVANIYÊ BIPIRSIN

    Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê jî bersiva heman pirsê wiha da: "Ti niyeteke me ya vekişîna ji Minbicê nîne, lê ji vê û pê de divê hûn ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê vê pirsê bikin."

    Mijar:
    Hevdîtinên li ser Minbicê wê çi encaman bidin? (40)

    Bi heman mijarî:

    Ji NYyê bangewaziya lezgîn bo birîndar û nexweşên li Efrînê
    Malpera Wezareta Berevaniya Rûsyayê rastî êrîşeke tund a hackeran hat
    Sererkanê tirk: Vegera xelkê Efrînê dest pê kiriye
    Pûtîn bi Konseya Ewlekariya Rûsyayê re li ser çalakiyên ‘provokatîf’ ên îngilîzan axivî
    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Etîketan:
    Minbic, Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de