17:44 20 Nîsan 2018
    Hevdîtina Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan

    Koşka Spî: Endîşeyên bandorê li têkiliyan dikin hatin axaftin

    © AFP 2018 / Saul Loeb
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê axivîn. Koşka Spî derbarê hevdîtinê de daxuyanî da.

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin piştî hevdîtina Trump-Erdogan da xuyakirin, di hevdîtinê de babetên dualî û herêmî hatine axaftin.Di daxuyaniya

    Koşka Spî de diyarkirin ku Donald Trump wek hevpeymanên NATOyê giringiya pêwendiyên bihêz ên navbera Amerîka û Tirkiyê û şirîkatiya stratejîk aniye ziman û herdu serokan li ser geşedanên herêmî axivî ne.

    'GIRÎNGIYA TÊKILIYÊN XURT HAT DESTNÎŞANKIRIN'

    Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê hevdîtinê de ragihand, 'Li ser mijarên endîşeyên ku bandorê li ser têkiliyên herdu aliyan dikin hatin axaftin. Girîngiya têkiliyên xurt ên navbera herdu aliyan hat destnîşankirin.'

    Hêjayî gotinê ye pêwendiya telefonî ya Trump û Erdogan piştî operasyona dijî Efrînê ya Tirkiyeyê tê kirin ku serokomarê tirk wekî armancên dorê, Minbic û Şingal nîşan dabû.

    Etîketan:
    Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de