20:25 23 Nîsan 2018
    Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Trump ji bo malên çînî baceke gumrikê ya 50 milyon dolarî disepîne

    © REUTERS / Jonathan Ernst
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi mebesta pêşbaziya darayî ragihand ku wan niyet heye ji bo malên çînî baceke gumrikê ya 50 milyon dolarî bisepînin.

    Trump biryar da ku ji bo malên çînî bacekê rekor bê stendin. Trump amajê bi wê yekê dike ku Pekînê tekonolojiya amarîkî didize û dike ku şirketên amerîkî li çînê hilberîna xwe bikin ango xwe radestî Çînê bikin.

    Trump Çînê bi ‘diziya mulkiyeta ramanî' tawanbar kir û got sepandina bacên gumrikê ‘tolhildan'a vê yekê ye.

    Koşka Spî diyar kir ku Trump dîrektîf daye Ofîsa Nûnertyia Bazairganiyê ya Amerîkayê ku di nava 15 rojan de lîsteya malên çînî ku dê ji bo wan bac were sepandin diyar bike.

    Ofîsa Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê demek berê ji bo 1300 malên çînî 48 milyar dolar bacên nû sepandibûn.

    Koşka Spî eşkere kir ku Trump ji Wezîrê Bazriganiyê yê Amerîka ji bo sepandina mueyîdeyên nû bi ser malên çînî de lîsteyek xwestibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Nûneran a Amerîkayê: Derbarê rêkeftina Trump û Rûsyayê de tu delîl tune ne
    Erdogan û Trump bi telefonî axiftin
    Trump û Erdogan ji bo Minbicê dê hevdîtinê bikin
    Etîketan:
    mueyîde, sepandin, Bac, Ofîsa Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Donald Trump, ÇîN, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de