13:54 25 Nîsan 2018
    Nivîsgeha Serokê Amerîkayê ya Koşka Spî li Washington D.C

    Meclîsa Nûneran a Amerîkayê: Derbarê rêkeftina Trump û Rûsyayê de tu delîl tune ne

    © Sputnik / Natalia Seliverstova
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komîteya Meclîsa Nûnerên Istixbaratê ya Amerîkayê ragihand ku derbarê rêkeftina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Rûsyayê de tu delîl tune ne.

    Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, "Kesên ku peywendiya wan bi Trump re heye anîne ziman ku balyozê rûsî yê berê jî tê de delîl tune ne ku bi Moskowayê re rêkeftinek çêbûye."

    Di rapora encamnameya komîteyê de hat gotin, "Komîte Jeff Sessions jî di nav de, di nav nûnerên Trump de û di nav nûnerên fermî yên hikûmeta Rûsyayê wek Balyoz (Sergey) Kislyak de, ti delîleke ku bi hikûmeta Rûsyayê re rêkeftinek, kordînasyon û komplo çêbûye nedîtiye."

    Herwiha hat diyarkirin, ti daneyên ku di hevdîtinan de, îmaja namzeda Seroktiya Amerîkayê Hillary Clinton xera bike tune ne.
    Herwiha hat destnîşankirin ku hevdîtina ‘kurt' a navbera nûnerên Trump û nûnerên hikûmeta rûsî ne li ser mijara hilbijartinên seroktiyê bûye.

     

    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de