20:22 23 Nîsan 2018
    Berf

    Bahozê bandor li 70 milyon însanî kir û hemû dezgehên fermî û dibistan ketin betlanê

    © REUTERS / Mike Segar
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma bakurê rojhilatê Amerîkayê di nava 3 hefteyan de bahoza çaremîn çêbû û herî kêm bandor li 70 milyon însanî kir.

    Berfa ku li Philadephia û Washîngton D.Cyê dest pê kir berê sibehê gihîşte bajarê New Yorkê. Li Washîngtonê hemû dezgehên fermî û yên hikûmeta federal hatin girtin û li hersê bajaran dibistan ketin betlanê.

    ​Li gor agahiyên pisporan bahoza berfê wê îro bi aliyê başûr ve bi eyaletên Connecticut, Massachusetts û Maîneyê ve here û ji bo herêmên ku sînorê wan bi Okyanusa Atlantîkê ve heye hişyarî kirin.

    ​Li gor daneyên şirketa FlightAware ya amerîkî ku xizmeta firînên hewayî dide, ji şevê din ve di 25 hezar firînan de rotar hat kirin û zêdetirî hezar û 100 firînî jî hat betalkirin. Hetanî seetên nîvro hejmara firînên betalkirî ji 4 hezar û 800î derbas kir.

    Bi heman mijarî:

    Di nava hefteyekê de bahoza duyemîn: 9 mirî
    Bahoza Irmayê gihîşt Floridayê
    Destpêkirina operasyona ‘Bahoza Cizîrê’ ya Dêrezorê hat ragihandin
    Bahoza Irmayê li bihayê petrolê xist
    Navgîna Fezayî ya Rûsî, dîmenên bahoza Harvey a li Amerîkayê tomar kirin
    Etîketan:
    Bahoza li Amerîkayê, Washîngton, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de