13:45 25 Nîsan 2018
    Amerîka Îdam - înfaza cezayê îdamê

    Li Amerîkayê rêbaza nû ya îdamê kete meriyetê

    © AP Photo / Rick Bowmer
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Alabama ya Amerîkayê ji bo sûcdaran rêbazeke nû ku hetan niha nehatiye bikaranîn kete meriyetê.

    Li gor nûçeya malpera WHNT19, Meclîsa Nûnerên Alabamayê pêşnûmaya cezayê îdamê ku bi şêweyê xaza azotê were bikaranîn qebûl kir. Di demên ku derziya jehrî neyên bikaranîn de wê xaza azotê li ser sûcdar were tetbîqkirin.

    Nûnerê komarparêz Jim Hill di axaftina xwe ya dema nîqaşê de got: "Ev xaz dê tenê wan bêheş bike. Ev tiştekî însanî, bilez û bêêş e." Nûnerên dijberê pêşnûmayê ji ber heta niha nehatiye bikaranîn biguman in.

    Yek ji nûnerê demokratan Thomas Jackson jî di axaftina xwe de got: "Berê sendelyemê yê elketrîkê hebû, êdî odeyên me yên xazê jî hene."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo xwişka Bexdadî cezayê îdamê hat sepandin
    Trump: Di nava tedwîran de cezayê îdamê jî heye
    Cezayê îdamê yê zanyarê îranî hat erêkirin
    Parlementoya Îsraîlê pêşnûmaya îdamê pejirand
    Dadgeha Bilind biryara îdamê li 27 beşdarên komkujiyê birî
    Etîketan:
    Li Amerîkayê pêşnûmaya xaza jehrî hat pejirandin, Alabama, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de