19:00 25 Nîsan 2018
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    Balyozê berê yê Amerîkayê: Amerîka ne mecbûr e her daxwaza kurdan bicih bîne

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 03

    Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê James Jeffrey diyar kir ku divê Amerîka hevkariya Tirkiyeyê wenda neke û peymana ji bo YPG ji Minbicê vekişe, wekî maqûl şîrove kir. Jeffrey herwisa got, "Amerîka ne mecbûr e ku her daxwazê kurdan bicih bîne."

    Cizîr
    © Sputnik . Ömer Faruk Baran
    Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê James Jeffrey bi Michael Singh re ji bo Foreign Policyê derbarê peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê de gotarek nivisî û di gotarê de ji Amerîkayê daxwaz kir ku hevkariya bi Tirkiyeyê re wenda neke.

    Di gotarê de hat gotin ku birîna peywendiyên bi Tirkiyeyê re wê zirarê bide Amerîkayê û wisa hat berdewamkirin: "Ger ku hevkariya Tirkiyeyê we wendakirin, Rojhilata Navîn wê were ser sînorên Ewropayê û bandora Rûsyayê jî wê were nav dilê Rojhilata Navîn."

    Jeffrey û Singh di nirxandinên xwe de bal kişand ser faktora Îranê jî û got, ji bo hevsengiya bandora Îranê jî Amerîka motacê Tirkiyeyê.

    Di gotarê de hat gotin ku Kurd dê welatê xwe yê li rojhilatê Firatê neterikînin lê tenê dê Minbicê di bin garantoriya Amerîka û Tirkiyeyê de bidin rayedarên herêmî. Di warê kurdan de nirxandinên nivîskaran wisa berdewam kir: "Dibe ku daxwaza kurdan hîn mezin be lê Amerîka ne mecbur e ku her daxwaza hevkarên xwe bicih bîne, ger ev daxwaz bi taybetî jî ji bo hevkarekî din an jî îstiqrara herêmê metirsî be"

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    Nesrîn Qasimlo: Xebata yekbûnê dikare kurdan bigihîne armanca wan
    Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê çand û malên kurdan tên tunekirin
    Aram Ehmed: Amerîka her tim li pêş gavên siyasî yên kurdan bûye asteng
    Etîketan:
    kurd, Balyozê Berê yê Amerîkayê, James Jeffrey, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de