05:43 22 Nîsan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    Washington Post: Ketina Tirkiyeyê bo Efrînê derbe li polîtîkayên Amerîkayê xist

    © AFP 2018 / OZAN KOSE
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Di rojnameya amerîkî ya bi navê Washington Postê derbarê Efrînê de analîzek hate weşandin. Ishaan Tharoor di analîza xwe ya bi navê ‘Têkçûna kurdên Sûriyeyê derbeke din li polîtîkayên Amerîkayê xist' de dibêje ku ji ber pêşveçûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê metirsiya derketina pêleke îslamîst derdixe holê.

    Cizîr
    © Sputnik . Ömer Faruk Baran
    ‘Tirkiye heçku ji berhemên Geroge Orwell derketiye' û operasyona ku navê ‘çiqlê zeytûnê' lê kiriye ‘rola şaşwaz a Washingtonê li Sûriyeyê jî nîşan dide.'

    ‘AMERÎKA NE BI BANDOR BÛ KU OPERASYONA ENQEREYÊ BIDAWÎ BIKE'

    Tharoor diyar dike ku "Di destpêka operasyona Efrînê de kurda ferq kir ku bi tenê ne; weke hinek bûyerên dîrokî weke kurdên din ên li Rojhilata Navîn' û wisa dewam kir "Amerîka ne bi bandor bû ku operasyona Enqereyê bidawî bike."

    "Li gorî nûçeyan Donald Trump operasyon şermezar kir lê rayedarên payebilind bo Enqereyê digotin ku dê Amerîka poiştgiriya xwe ya bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) raçav bike."

    ‘KRÎZA EFRÎNÊ DA XUYA KIRIN KU JI SIYASETMEDARÊN AMERÎKÎ RE ZEHMET E KU GELEK KARAN BI HEV RE BIKIN'

    "Ji saziya ramanê ya ku navenda wê li Washingtonê ye Center for a New American Securityyê Nicholas Heras dibêje ku krîza Efrînê da xuya kirin ku ji siyasetmedarên amerîkî zehmet e ku gelek karan bi hev re bikin. Rewşa niha polîtîkayên ji ber xwe de avêtin e."

    "Koşka Spî di mijara polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê pirsgirêka hevsengî û hunerê dijî. Di navbera Rêveberiya Trump û şerê Sûriyeyê peywendiyên xwe kûr hene. Trump dema behsa bombebarankirina DAIŞê dike hindek rayedarên amerîkî dixwazin hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê zêde bikin û difikirin ku Esad mecbûrî destjikarberdanê bikin. Armancên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Esad heman in"

    ‘LI GORÎ RAYEDARÎ ARMANCÊN HSD Û ESAD HEMAN IN: DERXISTINA DIJBERAN, DAIŞÊ Û HÊZÊN TIRKÎ JI SÛRIYEYÊ'

    "Ji Washingtonê Postê Paul Sonne û Karen DeYoung nivîsandin ku rayedarekî gotiye ku divê HSD û Esad li hev bikin, û Amerîka naxwaze ku hebûna xwe ya leşkerî li herêmê zêde bike. Li gorî rayedarî armancên HSD û Esad heman in: Dijberê, DAIŞê û Hêzên Tirkî ji Sûriyeyê derxe."

    "Rayedarekî din red dike ku Esad di şer de bi ser dikeve û amajê pê dike ku rejîm ji her dem lawaztir e."

    'TIRKIYEYÊ KEVIREK AVÊTÊ GOLEKÊ Û DÊ PÊLÊN WÊ GOLÊ DI DEMEKE KURT DE NEHEDININ'

    "Lihevnekirinê wiya yên fikrî dewam dikin û ji çalakiyên herêmê pirsgirêk in. Tirkiyeyê kevirek avêtê golekê û dê pêlên wê golê di demeke kurt de nehedine."

    ji Tahrir Institute for Middle East Policyyê Hassan Hassan jî nivîsî û got, "Tirkiyeyê kevirek avêtê golekê" û lê zêde kir "û dê pêlên wê golê di demeke kurt de nehedinin."

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    TSK çûnûhatina Efrînê li ber milîsên ASA û xelkên sivîl girt
    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?
    ‘ji 200 hezarî zêdetir mirov ji Efrînê reviyan û bê stargeh in'
    Ji NYyê daxuyaniya Efrînê: Gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin
    Tirkiye: Amerîka hê ji operasyona Efrînê tênegihîştiye
    Etîketan:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, Washington Post, HSD, TSK, YPG, Geroge Orwell, Paul Sonne, Nicholas Heras, Karen DeYoung, Donald Trump, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de