07:37 20 Nîsan 2018
    Donald Trump

    Donald Trump: Newroza bi milyonan mirovên ku newrozê pêşwazî dikin pîroz dikim

    © REUTERS / Leah Millis
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 00

    Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîka Donald Trump di daxuyaniya xwe ya ku rexneyên tund li Îranê girt de newroza bi milyonan mirovan pîroz kir: "Newroza bi milyonan kesên li giştiyê cîhanê ku biharê pêşwazî dikin pîroz dikim."

    Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîka (DYA) Donald Trump derbarê pîrozkirina newrozê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Trump, "Newroza bi milyonan kesên li giştiyê cîhanê ku biharê pêşwazî dikin pîroz dikim."

    Trump di daxuyaniyê de piştî pîrozkirina newrozê rexneyên tund li Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê girtin. Serokê Amerîkayê bibîrxist ku bingeha newrozê dighêje Îran e û wiha got: "Îro gelê Îranê bi gefxwarinek din rûbirû ye, rêvebir şuna ku xizmetê ji gel re bikin, ji xwe re dikin. Beriya niha 2 hezar û 500 sal berê Darius, parastina gelê Îranê ji sê tiştan ji xwedayê xwe xwest; ji hêza dijminan, derewan û hişkesaliyê. Îro Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê hersêyan jî temsil dike."

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
    Etîketan:
    Hesinker Kawa, Îran, Pîroz, Newroz, Serokê Dewleta Yekîtiya Amerîka Donald Trump, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de