02:34 28 Gulan 2018
Donald Trump

Trump: Di nava tedwîran de cezayê îdamê jî heye

© REUTERS / Carlo Allegri
Amerîka
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de ragihand ku eger li hemberî bazirganên hişbir em tedwîrên tund wernegirin em dema xwe vala derbas dikin, di nava cezayan de divê îdam jî hebe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya ji bo tekoşîna madeyên hişbir de got: "Tekoşîna bazirganiya madeyên hişbir yek ji mijarên herî girîng e. Eger li hemberî bazirganên madeyên hişbir bergiriyên pêwist wernegirin xuyaye em dema xwe vala derbas dikin. Di nava tedbîrên tund de divê cezayê îdamê jî hebe."

Donald Trump di berdewamiya axaftina xwe ya eyaleya New Hampshireyê de peyamên tund dan û got: "Di dema serokatiya min de yek ji wezîfeyên min herî girîng jî tekoşîna hişbirê ye. Bazirganên hişbir dibin sedema bi hezarn însan. Divê em bikaribin tedwîrên tund ji bo bazirganiya hişbirê wergirin. Ez zanim Amerîka ji bo îdameke wiha ne amade ye, di vî warî de em ê xebatên xwe bidomînin û tedwîrên xwe bigrin."

 

 

Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de