13:54 25 Nîsan 2018
    Heather Nauert

    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in

    © AFP 2018 / MANDEL NGAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 02

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ji nûçeyên talanê yên 48 saetên dawî yên ji Efrînê tên bi fikar in.

    Heather Nauert di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku ji ber gef û êrîşên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên piştevaniya wê dikin, tê fahmkirin ku piraniya welatiyên Efrînê ku Kurd in, bajêr vala kirine.

    Nauertê got, "Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku pêdiviya bi sed hezeran xelkên ku terka Efrînê dane, bi alîkariya xwarin, vehewîn û pêdawistiyên bingehîn heye.

    'EM Ê ŞIRÎKATIYA HSDÊ YA LI SER ARMANCA TÊKDANA DAIŞÊ BIDOMÎNIN'

    Berdevka wezaretê di beşeke din a daxuyaniyê de, bi bîr xist ku wan bi caran fikarên xwe yên derbarê rewşa Efrînê de gihandiye Tirkiyeyê û li ser berdewama piştgiriya Amerîkayê bo Hêzên Sûriya Demokratîk wiha axivî:

    "Em pabendî sozên xwe yên ji bo Tirkiyeyê û metirsiyên wan ên ewlekariya meşrû ne. Di heman demê de, em pabendî şirîkatiya xwe ya bi HSDê re ne ku armanc têkdana DAIŞê ye. Di serî de bûyerên Efrînê û pevçûnên li bakurê Sûriyeyê dihêlin ku armanca têkdana DAIŞê belawela bibe."

    Bi heman mijarî:

    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Ji Artêşa Sûriyeya Azad daxuyaniya talan û diziya li Efrînê
    Şamê xwest hêzên Tirkiyeyê derhal ji nav erda Sûriyeyê derkevin
    Rosneft 2.1 milyar dolarê da herêma Kurdistranê
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de