20:40 23 Nîsan 2018
    Efrîn

    Amerîka: Piraniya xelkê Efrînê ji ber tehdîda hêzên Tirkiyeyê ji bajarî derketine

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Amerîka
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku derbarê raportên ku ji Efrînê tên de nîgeran in û bangî "Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê kir ku rê li ber gihandina alîkariya mirovî veke" û diyar kir ku piraniya xelkê Efrînê ji ber tehdîda hêzên Tirkiyeyê ji bajar derketine.

    Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da ku tê de wiha hat gotin: Amerîka derbarê raportên 48 saetên dawî yên li ser bajarê Efrînê de gelekî bifikar e."

    "PIRANIYA NIŞTÎCIHÊN EFRÎNÊ JI BER TEHDÎDA HÊZÊN TIRKIYEYÊ BAJAR VALA KIR"

    Herwiha wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku piraniya nifûsa Efrînê ku kurd e, ji bajarê Efrînê derketiye û derbarê mijarê de wiha got: "Wisa diyar e ku piraniya nifûsa bajarî ku bi piraniya wî kurd e, di bin tehdida hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û hêzên dijberiyê yên Tirkiyeyê piştgiriyê dike de bajar vala kiriye."

    "RAPORTÊN TALANKIRINÊ ME NÎGERAN DIKIN"

    Daxuyaniyê bal kişand ser rewşa mirovî ya li herêmî û raportên ajansên NYyê yên derbarê niştîcihên Efrînê yên ku aware bûne û pêwîstiya wan bi alîkarî û penagehan heye û wiha dewam kir: "Em herwiha ji wan raportên talankirinê yên ji nava bajarê Efrînê jî bifikar in. Me gelek caran ev nîgeraniyên xwe yên cidî yên li ser rewşa Efrînê ji rayedarên tirk re ragihandin."

    "BILA RÊ BIDIN ALÎKARIYA MIROVÎ"

    Wezareta Derve ya Amerîkayê bangî hemû aktorên pêwendîdar ku Tirkiye, Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî di nav de kir da ku "rê bide rêxistinên alîkariya miorvî yên navdewletî û gihandina alîkariya mirovî ya lezgîn bo kesên ji ber tundûtiyê aware bûne hêsan bike û zûka programeke hevahengkirî ji bo vegereke dildarî û ewle ji bo xelkê Efrînê bi pêş de bixin."

    "EM PABENDÊ HSDÊ NE"

    Ji aliyê din ve, Wezaretê careke din dubare kir ku Amerîka li bakurê rojavayê Sûriyeyê ku Efrîn lê ye naxebite û wiha dewam kir: Em hîn jî pabendên hevpeymanê xwe yê NATOyê Tirkiyeyê ne, nîgeraniyên wê yên meşrû û yên ewlehiyên tê de. Herwiha em di helmeta têkbirina DAIŞê de hîn jî pabendên hevparê xwe HSDê ên li rojhilatê Sûriyeyê ne."

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan: Hindik ma ye ku em bikevin Efrînê
    Ji Kanadayê banga Efrînê: Em ji nêz ve dişopînin
    Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de