04:18 20 Nîsan 2018
    Andrew McCabe

    Trump Dîrektorê FBIyê Andrew McCabe jî qewirand

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Jeff Sessions di axaftina xwe de ragihand ku Cîgirê Dîrektorê FBIyê Andrew McCabe berî teqawûtbûnê bi 2 rojan hat qewirandin.

    Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Jeff Sessions di axaftina xwe de ragihand ku Cîgirê Dîrektorê FBIyê Andrew McCabe berî teqawûtbûnê bi 2 rojan hat qewirandin. Di demên dawî de McCabe ji aliyê Trump ve bi îdîaya ku di polîtîkayê de alîgir e dihat rexnekirin.

    Jeff Sessions di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Andrew McCabe biryara ku hemen têkiliya xwe ji saziyê bibire daye." Piştî Sessions kontrolerê FBIyê Michael Horowitz di axaftina xwe de ragihand ku McCabe têkiliya xwe ji saziyê birî."

    ‘JI BO DEMOKRASIYE ROJEK XWEŞ E'

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Andrew McCabe qewirand li hisabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: "Andrew McCabe hat qewirandin. Ji bo demokrasiyê û xebatkarên jin û mêr ên FBIyê ku pir zêde dixebitin rojek pir xweş e."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    'Trump û Kim dê li hev bicivin'
    Trump, Tillerson ji wezîfê hilda
    Trump û Serokê Koreya Bakur di meha gulanê de wê hevdîtinekê pêk bînin
    Trump: Dibe ku di vekirina balyozxaneya Amerîka ya Qûdsê de amade bim
    Etîketan:
    FBI, Serokê Amerîkayê, Doanld Trump, Andrew McCabe, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de