13:44 25 Nîsan 2018
    Heather Nauert

    Amerîka: Ti hincetek ji bo armanckirina sivîlan nîne

    © AFP 2018 / MANDEL NGAN
    Amerîka
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert derbarê êrîşên ser sivîlan de li herêmên şer ên Sûriyeyê ragihand ku ti hinceta armanckirina sivîlan nîne û banga parastina sivîlan û cîbicîkirina biryara agirbestê li aliyan kir.

    Nauertê bal kişand ser daxuyaniya Komîsyona Mafê Mirovan a NYyê û li ser rewşa mirovî ya bi şer û pevçûnên Sûriyeyê derketiye holê.

    Berdevka Wezareta Derve bang li hemû aliyan kir, li ser bingeha parastina sivîlan û kêmkirina rageşiyê biryara agirbesta Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi jimar 2401ê bicih werînin.

    ​Nauertê destnîşan kir, 'ti hincetek ji bo armanckirina sivîlan nîne' û xwest, hemû alî bala xwe bidin ser têkbirina DAIŞê.

    Bi heman mijarî:

    TSK: Nûçeyên bombekirina nexweşxaneyê nerast in
    Guterres: Ez ê ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarîyê bikim
    Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî êrîşa nexweşxanê bang li civaka navdewletî kir
    Fermandarê îngilîz ji bo Omer Eluş peyama sersaxiyê weşand
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    UNICEFê banga rawestandina êrîşan kir: Li Efrînê zarok dimirin
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de